Li navenda bajarokê Eyn Elarûs li gundewarê Girê Spî, roja şemiyê 26/10/2019 Otombîlek bumbekirî teqiya, di encamê de 8 kes birîndar bûn, 3ê jê zarok bûn
Çalakvan Mihemed Bozan ji malpera me re ragihand ku di encama teqîna motosîklekî de li hindir bajarokê Eîn Elarûs de 8 kes birîndar bûn jê 3ê zarok bûn
Bozan da zanîn ku birîndar veguhestin nexweşxaneya bajarê Girê Spî.
Bozan diyar kir ku li cihê teqînê sivîl gelek bûn û her wiha li derdora cihê teqînê ziyan çêbûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî