Enes Al Abda, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, peyamek ji wezîrê derve yê Siûdî Fêsel bin Farhan bin Abdullah Al Saud re şand, wek pîrozbahî bi helkefta destnîşankirina wî wek wezîrê derve yê Erebistana Siûdî.
Al-Abda bi navê xwe û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, ciwantirîn pîrozbahî pêşkêş kirin, û daxwaza serkeftinê jê re kir, li gel hêviyên pêşkeftin û serkeftinê ji bo miletê Erebistana Siûdî.
Al-Abda rola girîng û giran ya Erebistana Siûdî bilind nirxand, nemaze di piştgirîkirina doza gelê Sûriyê de, ya ji bo bidestxistina azadî, rûmet û dadperweriyê.
Herweha tekezî li ser têkiliyên baş di navbera herdu welatan de kir, û hewldanên berdewam ji bo xurtkirina têkiliyên heyî di xizmeta berjewendîyên giring yên herdu gelên bira de û dîtina çareseriyek sîyasî li Sûrîyê, li gora daxwazên rewa yên gelê Sûrî.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî