10 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Di demsala heca îsal de, ya ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî rêveberiya wê dike, Komîteya Hecê bexşdaneke padîşahî bo hecacên sûrî ji Xizmetkarê Herdû Perestgehên Pîroz wergirtibû, û di vê pêvajoyê de, doh roja înê, balafireke taybet ji bajarê Hatay yê Tirkî hecacên sûrî yên ku bexşdana padîşahî gihiştibû wan veguhestin hecê.

Û li gor daxwiyaniya endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî doctor Bedir Camûs, ew bexşan ji bo 200 hecacî bû, û diyar kir ku beşê mezin ji bexşanê ji bo hevjîn û dayik û bavên şehîd û girtiyan hetibû terxankirin, û hêvî ji xweda kirin ku heca wan bipejirîne û dilovan be bi şehîdên şoreşa me re.

Û doctor Camûs spasiya Xizmetkarê Herdû Perestgehên Pîroz kir, û helwestên rûmetdar ên Erebistana Siûdî yên piştgiriya şoreşa sûrî û gelê wê yê tûşî kirêtirîn tewanan dibe, li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê û milîsên Îranî yên pê re hevkar in, bilind nirxandin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

10 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hecaciyên Sûrî evro şembiyê berê xwe dane çiyayê Erefê bo mezintirîn ruknê hecê bicî bînin, piştî ko suneta Elterwîye li Munayê duh înê bidawî kirin.

Hecaciyên Sûrî li çiyayê Erefê di heft kampan de ne, û digel hemû hecaciyên misilman ji Ereb û regezên din berê xwe bidin Muzdelîfe tako nimêja muxrib û eşayê li wir bikin û heta berbangê bimînin.

Li gora lîsteyên komîta hecaciyan, hejmara hecaciyên Sûrî yên ko ji herêmên kontrola rêjîmê hatine vê salê gihişte 6500 hecaciyî, û ji Hema, Heleb, Idlib û Erbîlê 6000, û ji başûrê Tirkiyê û Istanbulê 4800, û ji dewletên din yên erebî, Misir, Urdin û dewletên kendavê 5200.

Birêz Ebdilrehman Mistefa serokê Komîta bala ya hecê yê ko bi damezirandina desthilata demkî hatiye teklîfkirin, tekezî li ser giringiya parastina saxlemiya hecaciyan kir, û got ku tîmên komîtê saxlemiya wan ji pêşindeyan dibînin, bi taybetî di dema hilkişîna Erefê û peyabûna jê.

Û diyar kir ko komîte li gor plana ko bi hevkariya serokên kampaniyên hecê û kadirên birêveber hatiye danîn kar dike, û got ku komît dê bi xwe çavdêriya vegera hecaciyan ya ber bi Muzdelîfeyê bike, ta ber bi kampên Muna û avêtina keviran.

Herweha got: Em hêviyê ji Xwedê dikin ko heca wan bipejirîne û ev rojên pîroz fereca xêrê bin li ser miletê Sûrî û me bi ser bixe, da em karibin xizmeta welat û xelkên xwe bikin.

Mistefa got: “Em li Erefêt berê xwe didin xweda û ji bo hemû miletê Sûrî bi taybetî yên li hinder du’a dikin, bi hêviya ku aramî û aştî bi ser welatê me de were”.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Saturday, 10 August 2019