Monday, 04 September 2017 20:04

Ebdul Kerîm Hacî: Divê em li Her Deverê bin ji bo Pêkanîna Erkên Xwe yên Partîzanî û Raje û Xizmeta Gelê Xwe

Di dema ku Esed û rêjîma xwe berdewam in di pîlanên xwe de ji bo civaka navdewletî bi kêşeya terorê bixapînin, û her weha bizaveke tund dike ji bo hêzên Opozîsyonê bi danûstandinên siyasî mijûl bike, bi armanca destdanîna ser pirtirîn deverên Sûriyê û derxistina wan ji destê şoreûgeran, û piştî serkeftina balkêş ya mehrecana Kolinê ya ku kesên amadebûyî pê behitî man, û di dema rijdbûna Herêma Kurdistana Iraqê li ser helwesta xwe ya pêkanîna rêfrandomê, û her weha mijara nekarîna Partiya Yekîtiya Demoqrat ji bo guhertina siyaseta xwe ya sitemkaran e. li ser van babetan û hin tewerên dîtir beşê Kurdî di nivîsgeha ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de ev dîdara taybet bi serokê nû yê rêxistina Oropa ya Encûmena Niştimanî Kurdî û endamê komîta navendî ya Partiya Dîmoqrat ya Kurdistanî- Sûriya Ebdil Kerêm Hacî re pêkanî. 

Hûn bi tevaya dengan wek serokê nûnertiya Oropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî hatin helbijartin, gelo nexşerê û istiratîciya we ya ji qonaxa bê re çiye ?

Di qonaxa bê de emê karê xwe bi hemî karînên berdest bikin ji bo gihandina kêşeya gelê xwe bo navendên biryarê li Oropayê, her weha emê raje û xizmeta revenda Kurdî bikin û bi hemû karînan bizavê bikin ji bo ektîvtirkirina wê û katêkerkirina rola wê ji bo xizmeta gelê me, û her weha emê li ser birêxêstinkirin û kartêkerkirina rola encûmenên xwecihî yên bi ser nûnertiya Oropa ve li hemî dewletên Oropî kar bikin.

Gelo  karê balkêş yê revenda Sûrî kiriye ji bo xelkên Sûrî nêzîkî hev bikin li tevaya Oropa çiye?

Bi rastî gelek çalakiyên hevbeş yên revenda Sûrî li Oropa bi giştî hebûn, wek mangirtin û pirotistokirinên cemawerî li ber qunsilxaneyên welatên biyanî, her weha hin simînarên rewşenbîrî yên sivîl ji bo nêzîkkirina nerînan di nav gelê Sûriyê de, bi tevaya reng û netewên xwe ve, û gengeşekirina çarenûsa Şoreşa Sûrî û rewşa gelê me li hundur û dervey welêt. Û bi rastî hin astengî dikevin riya me de ji ber dûrbûna deverên rûniştina revenda sûrî û belavbûna wan li gelek dewletên dûrî hev û her weha mijûlbûna piraniya wan bi çakkirina rewşa xwe ya civakî û pêdawîstiyên jiyanê di civakeke nû de ku ne wek civaka me ye di warê abûrî û rewşenbîrî û siyasî de.
Gelo ta çi astê hevkarî di navbera nûnertiyên Encûmena Niştimanî ya kurdî û nûnertiyên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiyê de li Oropa heye?

Bi her halî û bi şêweyekî xurustî peywendiyên me yên mukum bi nûnertiyên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiyê re hene, ji ber ku em beşek ji vî laşê siyasî ne, û hevdîtinên me yên berdewam bi nûnertiya Hevbendiyê li Berlînê re hene, û emê berdewam bin di hevdîtinên pirtir de bi wan re, û her weha bi tevaya hêzên niştimanî Sûrî re yên rikberên rêjîma Esed , ji bo şoreşa Sûriyê bighê armancên xwe yên azadî û rûmetê.

Di nerîna we de çima revenda Sûrî nikarîbû bandorê li raya giştî ya Oropî bike der barê tawan û binpêkirinên rêjîma Esed?

Di baweriya min de revenda Sûrî hemî karînên xwe kirin û ta radeyeke baş xwest fişaran li desthilat û navendên biryaran li Oropa û tevaya cîhaê bike, di riya çalakiyên civakî yên ku rêxistin dikirin, wek mangirtin û giravên birçîbûnê û xwepêşandanan….td, an jî di riya pêşkêşkirina belge û raporan bo dadgehên Oropî der barê binpêkirin û tawanên Esed dijî mirovahiyê, lê diyar e ku etmosforeke siyasî ya cîhanî çêbûye di nav dewletên zilhêz de yên destên wan di pirosêsa Sûrî de heye, ew naxwazin bobelata  gelê Sûriyê rawestînin û sizakirina Esed û bendeka wî red dikin, û berovajî vê yekê berê xwe dandanûstandinan pê re, û temenê wî û Rêjîma wî dirêj kirin bi behaneya jinavbirina terorê.

Ji ber ku hûn niha li Oropayê dijîn, der barê dawîtirîn çalakiya ku li oropa lidar ket, gelo çi rastiya wê gotinê heye ya ku dibêje; ji ber ku partiyên siyasî destêwerdan di çalakiya Kolin de nekirin ew çalakî bi ser ket?

Der barê fêstîvala Kolin, yên ku amadekarî jêre kirin an ku komîta amadekar ya festîvalê kes û çalakvanên ji civaka sivîl bûn, lê komîtên şax û rêxistinan yên ku li tevaya dewlet û bajaran belavbûyî ne û barê biserxistina vê fêstîvalê dabûn ser milên xwe, piraniya wan ji hevalên me yên partiya PDK-Sê û partiyên Kurdî yên dîtir bûn, û hin ji wan di bin sîwana Encûmena Niştimanî ya Kurdî de ne, û her weha partiyên Kurdistanî ji tevaya perçeyên Kurdistanê hazir bûn, û beşdarbûna me wek serkirdeyên PDK-Sê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî di fêstîvalê de ji bo handan û piştgirîkirina heval û cemawerên me bû.  

Di nerîna te de fêstêvala Kolin gavek ber bi karê hevbeş de bû an jî bûyereke demikî bû ji ber ku ew bi kurdên herêma Kurdistanê ve têkildar bû, û bi her halî ew nabe fakterek ji karê hevbeş re?

Di vê der barê de ez dixwazim mijara kelecanbûna me ji bo piştgiriya rêfranoma herêma kurdistana Iraqê ronî û zelal bikim, ev gav di çarcoveya mafê gelan ji bo destnîşankirina çarenûsa xwe de ye, û wek her kes dizane em wek kurd di nav çar perçeyan de dabeşkirî ne, û çi mafekî ji vî rengî hebe coş û kelecaneke cemawerî li rex tevaya Kurdan peyda dike, lewra tiştekî xuristî ye ku em karekî hevbeş yê bi vî rengî di nav revenda gelê xwe yê Kurdistanî li Oropa bibînin, ji ber ku ew bi çarenûsa gelê Kurd bi giştî re têkildar e. 

Dema ku tu berî salekê vegeriya Qamişlo, gelo ew serdaneke awarte bû, anjî istiratîciyek ji bo karkirina ji hundur de bû?
 
karê partîtî li ser me ferz dike ku em di her demê de û di bin hemû şert û mercan de li hundur û dervî welat kar bikin, û vegera min berî salekê bo Qamişlo karekî xurustî yê her mirovekî yê ku vedigere ser xaka xwe ye,  bi taybetî em yên ku di warê siyasî de kar dikin, pêwîst e ku li gor daxwazên her qonaxekê em erk û pêdawîstiyan ji hundur û derve de nas bikin, û bi kurtî divê em li her derekê bin ji bo raje û xizmeta kêşeya gelê xwe.

Çima û çi gunhê  te bû yê ku tu ji ber wî ji aliyê PYDê ve hat girtin dema tu vegeriya welat? û çima te kar ji hundur de berdewam nekir wek gelek serkirdeyên Encûmenê?

Ji tu kesî nayê veşartin ku deverên kurdî li Sûriyê di bin desthilata dêfakto ya PYDê de dijîn, û ew şaxê Sûrî yê PKKê ye, û ev desthilat hewl dide ku tevgera siyasî ya Kurdî li hundur pûç û serkut bike, û nehêle partiyên siyasî karên xwe bikin, di riya girtinên -tu dikarî bêjî birojane ne- ji serkirde û kadro û endamên partiya me re û yên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî re , û hinan jî koçber û surgûn dikin. Û girtina min jî di çarçova wê siyaseta wê desthilatê de ye, û tuhmetên wan jî destçêker û amade ne, ji bo derxistina behaneyan ji wan girtinên stemkarî re, wek tuhmetbarkirina me bi Erdoxaniyetê û nokeriya ji Turkiyê re ji alîkî ve, û ji alîkî din ve leşkerkirina xortan di nav rêzên Pêşmergeyên Roj de û rêxistinkirin û beşdariya di xopêşandan de ji me re dikirin tuhmet û guneh.

Gelo wê girtinê çi bandora xwe li te kir?
Girtin mirovan ji sadetirîn mafên wan ku ew jî azadî ye bêpar dike, wan nikarîbûn bêhêvîbûnê di min de biçînin, lê berovajî vê yekê ez bêhtir rujd û sûr mam li ser karê ji bo xizmet û rêjeya gelê xwe û kêşeya wî, û hişt ku ez bêhtir bi derdeseriya girtiyan û binçavkiriyên bi kotekî di zindanên Rêjîma Esed û DAIŞ û PYDê de hest bibim, û bawerî pirtir kir ku divê em her û her bizavê bikin da fişaran pêk bînin ji bo berdana wan girtiyan û zanîna çarenûsa bêserûşûnan.

Home