Tuesday, 14 November 2017 14:32

Şepal Ibrahîm: Me Gilînameyek Dijî 17 Kesayetiyên Ewlekariya Rêjîma Esed Pêşkêşî Dadgeheke Elmanî Kiriye

Derbarê gilînameya dadwerî ya ku hin penaberên Sûrî li Elmanyayê dijî kesayetiyên rêjîma Esed pêşkêş kirine, û diyarkirina erêniyên vê gilînameya dijî rêjîmê û bendeka wê di dezgehên navdewletî de, û derbarê çalakiyên ku hin çalakvanên Sûrî li Elmanya ji bo eşkerekirina stemkarê Şamê pêk anîne, û her weha kiryarên zordarî yên Partiya Yekîtiya Demoqrat derheqê Encûmena Niştimanî Ya Kurdî û endam û partiyên wê û tevaya çalakvanan dike.

Me ev hevdîtin bi çalakvanê siyasî Şepal Ibrahîm re yê ku berê di zindanên rêjîmê de bû pêk anî.

Tu di nav wan kesan de bû yên ku gilînameyeke dadwerî li Elmanyayê dijî 17 kesayetiyên ewlekariya rêjîma Beşar Elesed pêşkêş kirine, hûn dikarin ji me re behsa wê destpêşxeriyê bikin?

Di destpêkê de em spasiya dilêşî û guhdana we ya bi vê mijarê dikin, ev mijara ku ne tenê bi me wek kesên tûşî işkenceyê di zindanên Rêjîmê de bûne têkildar e. ev kêşe ji tevaya gelê Sûriyê û hemî pêkhateyên wî re giring e, ji ber ku ew derdê zordariya vê rêjîma diktator ji dehên salan ve dikşînin.

Derbarê wê gilînameya dijî berpirsên rêjîma Esed û tiştê di hundirê zindan û girtîgehên wî de dibin, me wek dîdevan û girtiyên kevin ew gilîname bilind kiri, bi alîkariya sentera Oropî ya mafên mirovan û ya mafên destûrî û bi taybetî piştî ku cîgirê giştî hejmarek pir mezin ji wêneyan ji kesayetiya bi navê Qeyser bi dest xistine, û her weha agahiyên di riya danheva wêneyan û parçevîdyoyan derbarê tiştên ku li zindanan dibin, û kesayetiyên ku hatine bidarvekirin. di destpêkê de gilîname dijî berpirsyarên Ewlekariya Leşkerî bûn, û paşre berfirehtir bûn û şaxê Ewlekariya Asîmanî û girtîgeha Seydnaya ya leşkerî jî li xwe girt.

Gelo roleke balkêş ya sentera Oropî ya destûrî û ya mafê mirovan di pêşkêşkirina vê gilînameyê de hebû?

Bi rastî sentera Oropî ya mafên destûrî û mafên mirovan roleke wan ya giring hebû, û di piraniya çalakiyên li Elmanyayê de bi mere bûn, û ji bo bi bîranînê; herdû kesayetî "Enwer Elbûnî" û "Mazin derwîş" cihê rêzgirtin û spasiyê ne, li ser tiştên ku ji bo vê kêşeyê li berlînê pêşkêş kirine.

We di kongir de, bi Yezen `Ewed re behsa coreyên işkenceyê di zindanên Esed de kiribû, hûn Karin ji mere behsa vî kongireyî bikin?

Derbarê çalakiya ku di 8ê çiriya paşî de bû, sê xelekên gengeşeyê hebûn, xeleka destpêkirinê bi hazirbûna girtiyên berê di zindanên Rêjîmê de bû, û gilînameya dadwerî pêşkêş kiribûn, û ez û Yazin `Ewed ji wan bûn, û tê de Yazin `Ewed behsa rewşa zindana ewlekariya asîmanî kir, û min jî behsa ya zindana Seydnaya kir, her weha Enwer Elbûnî jî û kesayetiyek din jî bi Mazin Derwêş re kar dikir, tê bîra min ku navê wî Tariq bû, ew jî girtiyek berê di zindanên Rêjîmê de bû, û axaftin tevde der barê gilînameya dadwerî û şêweyên işkencedanê bû, û piştî wê bi nîv se`etê raporeke têr û tesel der barê zindana Seydnaya ji hêla rêveberiya rêxistina Lêborîna Navdewletî hat xwendin, û hemî xalên hindirê zindanê û mîkanîzma çêkirina wê avahiya tirsnak hat eşkerekirin, di riya peywendiya skaypê re bi endazyarê ku çavdêriya avakirina wê avahiyê dikir.

Gelo di nav beşdaran de hin kesayetiyên ji Elmanya û dervî wê hebûn ji bo babeta işkencedanê di girtîgehên rêjîmê de?

Derbarê wê simînarê, ew bi beşdarbûna hin kesayetiyên ji hindur û dervî Elmanya bû, û her weha Mazin Derwîş û rojnamevanek Birîtanî jî ya ku berê li Iraq û Sûriya û Îranê kar kiriye amade bûn, û gelek wêneyên derbarê binpêkirinên destdirêjiya sêksî û tiştê tê serê jinan di girtîgehên Rêjîmê de pê re hebûn, û wê di bin siya rêxistina lêborîna navdewletî de li Sûriyê kar kiriye, her weha di wê rûniştinê de yek ji berpirsên binpêkirinan û tewanên li cîhanê çêdibin amade bû, û ew berpirsê vî beşî bû di Yekîtiya Oropa de, û bi hebûna kesekî din ji dadgeha tewanên navdewletî, û her weha parêzer Volkan jî behsa vê mijarê kir.

Gelo tiştek bi taybetî ji bo serê rêjîma Beşar Elesed di nav wan gilînameyan de hebûn?

Bi rastî navê Beşar Esed di nav wê lîsteya hatibû pêşkêşkirin de hebû, lê ji ber ku ew serokê dewletê ye, li gor yasayên navdewletî ew hîna parastî ye, û em hêviyê ji dadgeha Lahay dikin ku biryarên bihêz di paşerojê de bistîne, û serokê Rêjîma Sûriyê jî têkeve nav de.

Gelo beşdariyeke fermî ji hêla dewletê ve hebû, an jî tenê kesên amade ji rêxistinên civaka sivîl û yên mafnasî bûn?

Desthilata Elmanyayê nikarîbû bi şêweyekî fermî amade bibe, ji bner ku di vê demê de siyasetmedarên Elmanyayê mijûlî karê berhevkirina hikûmeta xwe ya nû ne, lê dîdevan wê raporên xwe derbarê çawaniya işkencedanê li pêş cîgirê giştî, û kî bûn ewên ew işkence dikirin? û kî berpirsên wê işkencedanê bûn? pêşkêş bikin.

 Û gelek ji dezgehên ragihandinê û rêxistinên mafên mirovan di wê daniştinê de amade bûn.

Alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat roja sêşembê destdirêjî li mangirtina endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî kirin, û berî wê bi çend demjimêran nehiştin Encûman kongirê xwe lidar bixe, di nerîna we de revenda kurdî li Oropayê kare tiştekî bike ku nehêle PYDê di vê stemkariya xwe de berdewam bike?

Em wek çalakvanên serbixwe, bê guman em van kiryarên dijminane pirotisto û şermezar dikin, û bi her halî ev ne tiştekî nû ye di karê vê rêxistina tekrew de, ji ber ku wê hemî cûreyên tirsandinê dijî çalakvanên Kurd ji hemî alî û nerîn û rêxistinên siyasî bikar anîne û bikar tîne, ji lewra ev kiryarên PYDê bandora xwe ya nerênî li kêşeya Kurdî li ser asta navdewletî dikin, û her weha ziyanê dighîne kesatî û kêşeya kurdî bi giştî, û tevlî hemî pêşinyarên me li ser mîkanîzma sist ya karê Encûmena Niştimanî ya Kurd, û dijwariya bersivdana bûyerên nû yên ku dibin, û giraniya ku di karê wê de dema biryaran destine heye, ku ev tev ji ber lihevparkirina partîtî ye, lê ev nayê wê wateyê ku PYDê rast e, di van reftarên xwe yên şaş û şermezarkirî de derheqê endam û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî.

Û ji hêla me de gelek caran me hewl daye nameyên yekser û neyekser jî ji Partiya Yekîtiya Demoqrat re bişînin, lê me tu encam nedîtine, ji ber ku avabûna vê partiyê li ser bingeha tekrewî û stemkariyê ye, ji dema ku wê bi darê zorê dest daniye ser deverên Kurdî, lê em ti carî nawestin û emê têbikoşin li ser asta navdewletî û li pêş raya giştî ya Oropî ji bo diyarkirina van kiryarên nedirê de yên ku aliyên ewlekariyê û yên leşkerî yên bi ser Rêveberiya Xweserî de dikin, ji ber ku raya giştî carcaran bi duruşmên çirisandî yên ku Partiya Yekîtiya Demoqrat bilind dike tê xapandin.

Home