Navenda Etarib ya ragihandinê got ku hejmara qurbaniyên êrîşa firokên Rûsiya ya duhî li ser bajêr, gihiştiye 160 şehîd û birîndaran, û birîndar li ser nexweşxaneyên meydanî yên li gundewarê Heleb û Idlibê hatine dabeşkirin, û got ku kesên birînên wan giran bo Tirkiyê hatine raguhestin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî “komkujiya hovane ya firokên Rûsiya” şermezar kir, û bal kişand ku Mosko “pabend nabe bi soz û pêgiriya xwe” li hember rêkeftina kêmkirina oparesyonên leşkerî.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ku “li şûna Rûsiya helwestên xwe rast bike û fişaran bide ser rijêma Esed ji bo beşdariyê di Cinêvê û danustandinên rasterast û jidil de bike, û pabendiyê bi biryarên encûmena ewlehiya navdewletî bike, ew hêjî li ser helwesta xwe ya berê ye, û alîgira rijêma Esed e û sûr e li ser berdewamiya encamdana tawankariyên şer li dijî gelê Sûriyê, herwiha Rûsiya pabend nabe bi rewstandina tawanên xwe û yên hevalbendên xwe”.
Hevbendiya Niştimanî bi tekûzî û awayekî rasterast Rûsiya bi pêkanîna tawanên şer her ji destpêka destêwerdana wê ya leşkirî di Sûriyê de tometbar kir, tevî berpirsyaretiya wê di ber tawanên qirkirinê û bikaranîna çekên kêmyayî û yên qedexekirî de ji aliyê rijêma Esed.
Hevbendiyê daxwaza şermezarkirina komkujiyê û tometbarkirina encamderên wê ji civaka navdewletî kir, û daxwaza peyketina tewanbarên şer bi hemû awayan û parastina sivîlan ji van komkujiyên berdewam kir.
Navenda bergiriya sivîl li Etrab diyar kir ku 53 term û bi dehên birîndaran ji aliyê wê ji bin wêraniyan hatine rakirin, û da zanîn ku hêjî tîmên wê berdewam in di karê lêgerînê de, û parçevîdiyoyek hatiye belavkirin, têde karên lêgerînê yên berdewam heta derengî şevê xuya dike.
Herwiha karê xwendingehan ji aliyê rêveberiya perwerde û xwendinê ya bajarê Etarib ve ji bo “parastina sivîlan” hatiye rawestandin, di heman dema ku pêlek koçberiya ji bajêr ber bi gund û bajarokên doruber û gundewarê rojavayê Helebê peyda bûye, ji tirsa dubarebûna bombebaranê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî