Kombenda Niştimanî ya Azad ya Karkerên Dezgehên Dewleta Sûriyê

Kombenda Niştimanî ya Azad ya Karkerên Dezgehên Dewleta Sûriyê, Dest bi karûbarê xwe kir ji baweriya kûr bi rewabûna Şoreşa Sûriyê ya ko hat ji bo qonaxa stem û deststûriyê bidawî bike, çimkî Hevwelatî ji azadî û rûmetê bêpar kirin, û Dewleta Sûriyê revand û kir Dewleteke Ewlekariyê bi zordarî, û deststûrî û tirsdanê desthilatiyê bike, li berjewendiyên xwe ên kesayetiyê û li dewlemendbûna xwe ya nerewa guhdanê kirin, û gotinên wan li ser çaksaziyê (islah) xwestin ko ew bibe navgîniyek ji bo wêneyê xwe xweşik bikin û hem jî bibe behaneyek da gendeliya xwe bêtir bikin. 

Hem jî li mafkêşana milet û bêparbûna wî heta ji mafê derbirîna nerîna xwe, jiyana siyasî têk birin û dîmuqratiyek li gora ramanên xwe afirandin û navê wê kirin Dîmuqratiya Gelêrî, ji xwe re pê lîstin û bi pêkenîn û sivkayî li hişmendiya milet nerîn. Hin Pêşgehên nekêrahatî ji Partiyên peygirên xwe anîn ew Partiyên ko nikarîbûn amancên xwe pêk bînin û roleke şêweyî pejirandin, û amadebûneke qels, li derkeviyan, ew ya ko navê Aniya Niştimanî lê kirine.   

Em yên ko di Dewletê de Karmend bûn, û yên ko gendelî red kirine me hewl da karsaziyê bikin da gendelî nemîne, lê em li deststûriya Dewleta Ewlekariyê rast hatin ya ko dest daniye ser Dasthilatê, tu kesan jî helwestên kesane nikarîbûn bidana çimkî bi xiniziyê tawanbar dibûn û hem jî zarok û malbatên wan di salên heştêyan de kirin bin fişareke tirsank û kujtinê.  

Ji ber evê yekê giringiya kêlîka çareseriyê di yekbûna Hêzên Gel de hebû da pirîska Şoreşê li hemû bajar, gund, kolan û gorepanan vêxîne. Milbimil hemû Pêkhatiyên Civakê liberxwedana stem û zordariyê bikin, xortên Sûriyê ev kirin, derketin ji bo azadî û rûmetê, tekeziya xwepêşindanên aştiyane, lê Rêjîmê bi lez ew bi guleyan baran kirin, bi dehan, bi sedan û di pey re bi dehhezaran ji wan kuştin bi şêweyekî dirindî tiştekî ko hêj nebûye, Bajarên mezin û Gund wêran kirin bi ser serê Milet de xerab kirin û avahiya Dewletê û Dezgehên wê jî Rêjîmê ew têk birin. 

Ji ber ko em xwe Karmendên evê Dewleta ko Bav û Kalên me bi sedên salan avakirine dibînin û em ne Berdestkên Rêjîmê ne, me kar di bin fermaniya wê de red kir û li himber serxweçûn û zordariyê rabûn û me tevlêbûna xwe ji Şoreşê re ragihand, û me hemû şiyan û karînên xwe xistin jêr fermandarî û beşdarbûna şoreşê û me xwe da bin Sîwana wê ya fireh bi tevlêbûna me di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê de, me di evê çarçoveyê de Kombenda Niştimanî ya Azad ya Karkerên Dezgehên Dewleta Sûriyê damezirand da em bingehiya Dewleta Sûriyê û Dezgehên wê biparêsin û da em ji gêre û tevrabûna ko li pey rûxandina Rêjîmê çê bibe jê re hişyar û amade bin. Dibe ko ji nişka ve bête rûxandin û valahiyeke Birêvebiriyê bihêle em hêvîdar in ko Karmendên Birêvebiriya Dewletê  ewê dagirin yên ko pêşî tev li Şoreşa Gelê xwe bûn û bi hemû şiyanên xwe xebat kirine.

Em di evê Kombendê de hewl didin danheva Karmendên ko li koçberiyê belav bûne bikin an jî yên ko li ser karê xwe mane û piştgiriya Şoreşê dikin, da karînên xwe têkin avakirina laşê Dewleta dahatî.

Di destpêka damezirandina Kombendê de me ragihand ko em ne Partiyeke siyasî ne, amanca me ji bo rûxandina Rêjîmê em yekbûnekê pêk bînin, û Şoreş biserkeve û Artêşa Azad ew wek Artêşa Niştimanî be, parastina Gel û bervedêriyê di ber azadî û rûmeta wî de bike. Karê me wê bimîne tekûzkirin ji karê Hevbendiyê re û li gora birêvebirî û dîtinên wê be, ji Milet û Şoreşa Gel em şiyan çalakî û xurtbûna xwe dibin.

Û Xwedê serkeftinê bide…

Agahiya Damezirandinê

Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan 

Em Kombedna Niştimanî ya Azad ya Karkerên Dezgehên Dewleta Sûriyê, tiştên ko tê serê Miletê me bi destê Rêjîmê ji kuştin û derbiderkirin û wêrankirina Gund û Bajar û têkçûna abûriya Bingehîn red kirin, û em li gel Şoşera Gelê xwe rawestiyan, em damezirandina Kombenda Niştimanî ya Azad radigihînin bi amanca kartêker di projeya Niştimanî ji Hevrikiya Sûriyê re bi serkêşiya Hevbendiya Niştimanî ya ko em jî parek ji wê ne û em jî digel kar dikin da Rêjîmê bi simbolên wê yên tekûz birûxînin, û avakirina Dewleteke dîmuqratî piralî nûjen, Dewleta Hevwelatiyê ji bo hemû Pêkhatiyên wê tekez dikin pirrengî jêdera hêz û zengîniyê ye.      

Nerîna me, em dê avakirina civakeke Sûrî yekgirtî aram û ji şerê navxweyî parastî be. Û em şiyan dikin da em Dezgehên Sivîl yên Dewletê biparêsin, û hem alîkariya teknîkî ji wan re pêşkêş bikin da bi rola xwe di pêkanîna hewcedariyên Milet de cîbicî bikin. Û milkên Milet û hevgirtina wî biparêsin.

Em piştgiriya Karmendên Dewlwtê yên bi Şoreşê re dikin,  da gerentiya parastina Dezgehên Dewletên bin û aştiya milî çi gava ko Rêjîm hate rûxandin. Û ew bi fermana Xweda nêzîk bûye.

Kombenda Niştimanî ya Azad piştgiriya xwe ji Artêşa Sûrî ya Azad re û ji Serkêşiya wê a yekgirtî re tekez dike, em li rola wê ya hêja bi rêz dinerin di liberxwenda wê û bervedêriya wê di ber Şoreşa Gelê me de ta rûxandina Çeteyên tawankar, wêranker û Kujer. 

Em helwestên Dewletên Erebî û hem Dewletên heval yên piştgir ji Şoreşê re bilind dinirxînin, hem jî dapêdana (itîraf) wan bi Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê wek nûnera bitenê ji Gelê Sûriyê re pir hêja evê helwestê dinirxînin.
Em rawanê pak yên Şehîdên Şoreşa Gelê me silav dikin û em xweşiya canê Birîndaran hêvî dikin û azadiyê ji Girtiyan re daxwaz dikin, serbilindî, serkeftin û rûmet ji bo Miletê Sûriyê dixwazin 

Endamên ko Kombenda Niştimanî ya Azad damezirandin

Endamên ko Kombenda Niştimanî ya Azad damezirandin û yên di civîna Amanê de beşdar bûn di 12.2012an de ev in:

Li gora rêzkirina tîpên ebcediyê:

  1. Dr. Ahmed Zeytûn
  2. Endazyar Ahmed Almicbil
  3. Ixlas Bedewî: Endamê Encûmena Gel
  4. Aseed Mistefa: Wezîrekî berê
  5. Hatim Aldahir: Endamê Encûmena Gel
  6. Dadwer: Xalid Şehabeddîn
  7. Dadwer: Xalid Abdullah Şibêb
  8. Dr. Riyad Hicab: Serokê Desthilatê yê berê
  9. Dr. Riyad Neesan Axa: Wezîr û Balyozekî berê
  10. Salih Alnueymî
  11. Dadwer: Telal Alhoşan
  12. Dr. Abdullatîf Debax: Balyoz
  13. Abdo Husamalddîn: Alîkarê Wezîrê Patrolê yê cihê bûye
  14. Endazyar Adnan Alşixrî
  15. Aalî Albiş: Endamê Encûmena Gel
  16. Dadwer: Alî Ibrahîm Alewn
  17. Dr. Farûq Taha: Balyoz
  18. Dadwer: Mihemed Anwer Micnî
  19. Mihemed Besam Alîmadî: Balyoz
  20. Mihemed Birmo: Cîgir
  21. Mihemed Alhilû: Endamê Encûmena Gel
  22. Mihemed Hesen Altewab: Wezîrê bawerîdayî yê berê li Wezareta karûbarê derve
  23. Mihemed Seîd Alîsa: Endamê Encûmena Gel yê berê
  24. Mihemed Wecîh Cimaa
  25. Velûvan: Mehmûd Silêman
  26. Cîgir: Nasir Alherîrî 

Hêjayî gotinê ye, ko hinek damezirêner ji sedemên corbicor nikarîbûn amade bibin.

Kombûnê bi lihevkirin Encûmena Emîndaran ji heft kesan destnîşan kirin: Bi serokatiya Dr. Riyad Hicab û Endametiya: Wezîr Aseed Mistefa û Wezîrê doktor Riyad Neesan Axa û Balyozê doktor Farûq Taha û Alîkarê Wezîr birêz Abdo Husamalddîn û Cîgir Ixlas Bedewî û Dadwer Telal Hoşan.

Birêz Necîb Alxedban wek nûner ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê amade bû.

Û her du birêz Mihemed Qeddah û Dr. Mihemed Ratib Nabilsî ew jî ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê amade bûn.  

Encûmena Emîndaran

Encûmena Emîndaran ji evan birêzan pêk tê:

Dr. Riyad Alhicab: Serok (Serokê Desthilatê û Wezîrê çandinî yê berê).

Û Endametiya: 

  1. Birêz Aseed Mistefa: Wezîrê Çandinî yê berê- Parêsgeha Hema
  2. Dr. Riyad Neesan Axa: Wezîr Rewşenbîrî yê berê û Balyozê berê li Dewleta Îmarata Erebî û Ûman.
  3. Dr. Farûq Taha Balyoz li Rûsya Spî û Dewletên Beltîq- Alîkarê Wezîrê karûbarê derve yê berê
  4. Birêz: Abdo Husamalddîn: Alîkarê Wezîrê Patrolê yê berê
  5. Birêz Ixlas Bedewî Endama Encûmena Gel
  6. Birêz Telal Hoşan- Dadwer, Serokê Encûmena Dadwerên Sûriyê ya Azad

Karûbar û berpirsiyariya di navbera Endamên Encûmena Emîndaran wisa ye:

Di civîna xwe a yekem de ko li Dewha di 27.12.2012an de çê bû karûbar û berpirsiyarî wisa di navbera wan de hatin belav kirin: 

Dr. Riyad Alhicab: Serok

Birêz Aseed Mistefa, Cîgirê Serok û Emîndarê karûbarên Derve

Dr. Riyad Neesan Axa, Emîndarê Ragihandinê

Dr. Farûq Taha, Emîndarê Razgir, û Emîndarê Rêkxistin û Birêvebirî û Darayî

Birêz Husamalddîn, Emîndarê karûbarê hundir û pişgiriya karê Şoreşgerî

Birêz Ixlas Bedewî, Emîndara karûbarê hawarhatinê û peyapeybûna karûbarê Birîndaran

Birêz Telal Hoşan, Emîndarê karûbarê yasayî û dad ya serdema guhêzok û Mafê Mirovan

Home Pêkhat Kombenda Niştimanî ya Azad