Hevgirtina Zanyarên Sûriyê di 16.04.2010an hat damezirandin. û ew Desteyeke Îslamî Zanistî, Vexwendkar û Serbixwe ye. Xwedan kesayetiyeke rêzdar ji bo vexwendbûna bi bal Xweda û qenciyê ve kar dike.
Bi doza ko Ola Îslamî biserkeve, şiyan dike ko gotina Zanyarên Ola Îslamî di Sûriyê de yek be da ji bo Misilmanan Lêveger be.
Erk û stûbariya wê:
Ji têgihiştina me ya Îslamî em ji nerîna navçeyî, giştî û tirazûkirî pêşve diçin. Ev ya ko ew kesên li pey deqên Olî û mebestên Rewayê misoger dikin.
Hem berjewendiya xelkê berçav bigirin, hem jî di navbera rêdanên Olî û pêvajoya serdemê hevrê dike.
Û bi karîna Xweda emê rola Zanyarên Olê li Gorepana Sûriyê emê diyar bikin.
Û bi karîna Xweda emê şiyan bikin ko rêdan, têgeh û girêbestên Olê destdanser bikin.
Û em baweriya xwe bi gotûbêjiyê bi hemû berê civaka Sûriyê tînin, ya ko berjewendiya miletê me û yekîtiya wî misoger bike.
Amancên Hevgirtinê:
1- Pêşkêşkirina Ola Îslamî bi şêweyê dirust, Bawerî û Rewa, dûr ji tundrehî û bi gotarake hemdem bi awayê pêşkeftî.
2- Pabendbûn bi derdên milet û kêşeyên wî.
3- Guhdan li Zanyar û karkerên di çarçoveya Îslamî de dixebitin. Û pirsgirêkên wan çareser bikin, û şiyan ji bo pêşxistina karînên wan û asta wan ya zanistî bilind bikin.
4- Kar bikin ji bo vegera Zanyarên Sûriyê yên ko koçber bûne, da şiyana wan tev li şiyana Birayên wan yên hundir bikin.
5- Hevkarî û hevrêzî digel Desteyên Îslamî li Sûriyê û hemû Hevgirtinên Zanyarên Birader li Welatên din.
Hevgirtin pabend e bi misogirkirina amancên Yekîtiya Zanyarên Misilman ya Cîhanî, çimkî ew Endama wê ye.
6- Nêzîkirina kesên ko ji Îslamê re kar dikin li gorepana Sûriyê.
7- Navtêdana Dibistan û Peymangehê Rewayê û bi hêzkirina wan û şiyan bi pêşxistina wan bikin.
8- Şiyan dike da Navenda Vekolînên Îslamî ava bike da kêşeyên Misilmanan bixwîne û çareseriyên guncayî jê re pêşkêş bikin.
9- Xurtkirina peywendiyan di navbera Zanyaran û Milet de û Rêkxistinên civaka sivîl bi hemû navgîniyên heyî.
10- Vejandina Weqfa Îslamî û Nameya Mizgeftê ya zanistî û perwerdehiyê.
Karên wê: Çavdêrî li ser xelekên Qurana Pîroz yên ko li Mizgeftan çê dibin.
Amancên Xelekên Qurana Pîroz:
1- Perwerdekirina Şagirtan bi Qurana Pîroz, xwendin, rawedeng û ramandar, hem jî şiyankirin ji bo jiberkirina wê.
2- Çandiniya hezkirina Quranê di derûniya Şagirtan de û pênaskirina wan bi meznahiya wê û perwerdekirina wan li ser fêrkirin û toreyên wê.
3- Dana Şagirtan bi komek pêzanîn û rêdanên Îslamê û toreyên wê, yên ko nabe Misilman nezanên wan bin.
4- Hînkirina Şagirtan bi hin aliyên çandeyiya Îslamê û hinek ji pêvajoya jiyana Pêximberan û Hevrêyan û Zanyaran, ew jî li gora temenê wan û rewşenbîriya wan.
5- Vejandina nameya Mizgeftê û wergirtina cih û rola wê di civakê de.
6- Xurtkirina Şagirtan di ziman de û zengînkirina wan bi komek ji ciyokên ziman û awayên wî.
7- Derçûna Şagirtên ko karibin fêrkirina Quranê bikin.
8- Pêşkêşkirina programên vexwendiyê ji hemû qatên civakê re.
Hejmar û Serjimar:
Komîta Kampan û vexwendin bi bal Xwedê de di Hevgirtinê de çavdêriyê li ser 15 Kampan li ser xaka Tirkiyê û sê kampan li Sûriyê dike.
Tev li sî Navendî li Heleb, û Gundên Helebê û Gundên Idlibê.
Tevaya hejmara Navendan nêzîk 80 Navendî ye li Tirkiyê û Sûriyê.
Tevaya Xelekan li Sûriyê û Tirkiyê 750 Xelek in.
Tevaya hejmara Şagirtan li Sûriyê û Tirkiyê 18 000 Şagirt(Nêr û Mê)