Pêkhata Siryanî- Aşûrî

Hebûna Aşûriyan (Siryanî/Aşûrî) di Sûriyê de hebûneke kevn e bi hebûna Sûriyê ve girêdayî ye. û ew kûrahiya Şaristanî, Dîrokî ji Sûriyê re ne. 

Aşûrî îro roj parek bingehîn û resen ji tevna niştimanî ya civaka Sûrî ne. 

Ew Neviyên Aşûriyan, û Aramiyan in niştecihên Mezopotamya (Welatê navbera du çeman de) û welatê Şam yên pêşîn in. û navê Sûriyê bi xwe jî ji gotina “Siryan” (Sîrya, anko welatê Siryaniyan) hatiye. 

Aşûrî tên jimartin ko miletê herî nêzîkî Ereban in, di reh û kulturê de herwerha Aşûriyan bi hemû kartêkirinên xwe yên civakî, siyasî, abûrî û çandeyî beşdarî di avakirina Sûriyê de û xurtkirina wê û yekgirtina niştimanî kirine.

Tu serjimarên fermî nîn in, lê li gor texmînan hejmara wan li Sûriyê nîv milyon heye, li deverên Cezîra Sûriyê, Heleb, Hums û Dîmeşqê hene. 

Piştî serxwebûna Sûriyê û aramiya rewşa siyasî Aşûriyan desgehên çandeyî û civakî û perwerdeyî damezirandin. Ji ber ew di çarçoveya ko Rêjîman dihiştin di azadiya olî, hin dibistanên taybet, yaneyên werzişê û keşafeyê.

Dezgehên Siryanan ewê hingê roleke giring lîstin di jiyana siyasî de di bajarên Cezîra Sûrî de- piraniya Aşûriyan li wir heye- taybet li Qamişlo, partî û hêzên siyasî û kartêkirên civakî şiyan dikirin ji bo piştgiriya dezgehên Siryanî di hilbijartinên şarderariyê de û Encûmenên Cîgiran de çimkî dezgeh bi hemû endam û xelkên piştgîrê wan hêzeke hilbijartinan bû, giranî û qebareya wê di tirazûya siyasî de.

Piştî cenga cîhanî ya duyem, ramanên şoreşgerî dest pê kirin û pirensîpên sosyalîsmê belav bûn û tevgerên rizgarîxwaz li Herêmê geş bûn. Miletê Aşûrî jî li Sûriyê û welatên din ji evan guherînên ramanî ne dûr bûn. Belê pêşeng bûn berî Gelên din, ko evan ramanan wergirin û hem bi wan pabend bin. Çimkî rêka rakirina stemê ji ser Gelê xwe û parastina hebûna xwe a netewî tê de didîtin. Ji vir û li ser têgeha geşepêdana çandeyî, kesayetiyên rewşenbîr amade bûn ko tev li rêzên partî û tevgerên şoreşgerî û hêzên niştimanî û dîmuqratî bibin. 

Di geşîniya ramana netewî de û şînbûna hişyariya siyasî, Rêkxistin û Partiyên Aşûrî li Sûriyê çê bûn. Di sala 1957an de “Rêkxistina Aşûrî yî dîmuqratî” hat damezirandin. Weke yekem Partiya siyasî Aşûrî li Sûriyê di serdema nûjen de, û ew îro partiyeke serekî ye di tevgera Aşûrî de li gel hin partiyên din. 

Bê guman zayîna tevgera Aşûrî li Sûriyê li gel şînbûna hişyariya netewî bi mirovê Aşûrî re digel geşîniya têgihana netewî ji ber evê hindê da ser rêka diplomasî û tekoşîna siyasî ya aştiyane û bijarteyeke stratîcî ji gava ko çê bû. Tekez dike li ser rêbaza niştimanî ya tevgera Aşûrî di Sûriyê de û têgihan û peywendiya wê di navbera mijara kêmnetewan û kêşeyên Niştiman û baweriya wê bi ewlekariya hevwelat bi ewlekariya welat ve girêdayî ye. Û tu çareseriya kêmnetewan ji bil çarçoveya niştimanî pê ve nîn e, li ser bingehên dîmuqratî di civakekê de ko baweriyê bi piraliya netewî û siyasî bîne û mafê mirov tê de parastî be. 

Tevgera Aşûrî di qonaxên çetin re derbas bû, ew bivênevê kir ko bi agahdarî li gorepana niştimanî bixebite. Di sala 1987an de çend endamên wê hatin girtin û hin jî ketin ber vekolînê û paşî ew berdan ew jî bû zîviranokeke siyasî yî mezin û giring di jiyan û dîroka tevgera Aşûrî de li Sûriyê, çimkî fişar hat ser Tevgerê ko xwe diyar bike li gorepana siyasî yî Sûriyê, di demekê de ko ne amade bû xwe diyar bike, herweha di 1990î de eşkere beşdarî di hilbijaertinên Perlaman de kir û serkeftineke siyasî pêk anî ne hindik bû, bi serkeftina Berbijarê Tevgerê di hilbijartinan de. Û ew derfertek bû ji bo bervebûna wê li ser bêtirîn hêz û partiyên siyasî li Sûriyê   û li ser dasthilatê bi xwe jî. Herweha ji destpêkê de jî helwesta Tevgerê xuya bû ko ew Hevrikiyeke erênî ye, tenê daxwaza mikurbûna Rêjîmê bi hebûna miletê Aşûrî û mafên wî yên netewî di Sûriyê de bike.   

Aşûrî îro roj amadebûyîna wan ya civakî û çandeyî ya balkêş li Sûriyê heye bi zimanê xwe yê netewî (Siryanî) dipeyivin û hem jî kultur û rewiştên xwe bikartînin û gelek mehrecanên hunerî û wêjeyî û çandeyî yên salane lidar dixin, û hem jî bi bûneyên xwe yên netewî wek (Sersala Aşûriyan) di yekê nîsanê de divejînin. Û ew bi hemû mafên xwe yên olî serbest in, hem jî dibistanên taybet zimanê xwe yê (Siryanî) hînkirinê dikin, wek zimanekî seqaya dêrê lê ne wek zimanekî netewî ji Gelekî re yê xwedî çand û pêma, ev zimanê ko pêkhateke bingehîn û resen ji çand û şaristaniya Sûriyê re ye. 

Hebûna Aşûriyên Sûriyê rastiyeke dîrokî yeû ketwareke babetî ye û bêyî Aşûriyan wêneyê Sûriyê yê şaristaniyê tu caran tekûz nabe, û hem ew nasnameya wê ya dîrokî û niştimanî xuya dike. Bi Aşûriyan girêdana Sûriyê bi mêj û nuhoka xwe ve tête girêdan. Biryardan bi hebûna netewî ya Aşûrî pêwestiyeke niştimanî ye bi qasî ko hewcadariya Aşûriyan e û ew jêgirtineke niştimanî dîmuqratî bi qasî ko helwesteke mirovî û rêbazeke şaristanî ye.Di Hevbendiyê de birêz Senharîp Mîrza nûnerê pêkhata Aşûrî/Siryanî ye. 

Malpera Rêkxistina Aşûrî dîmuqratî li Internet ev e:

http://ar.ado-world.org/

Home Pêkhat Pêkhatên Netewî Pêkhata Siryanî- Aşûrî