Netewa Tirkumanî pêkhateke serekî ye ji pêkhatên Gelên Sûriyê, bandoreke erênî di şaristaniya Sûriyê de kiriye, û lawên wê bi rêbaza niştimanî ya Sûriyê pabend in, û li ser yekîtiya xaka Sûriyê û Gelên wê tekez dikin. Û hem jî dikarin bibin pirdeyeke şaristanî di navbera her du miletên Ereb û Tirk de çimkî bi ziman û kultura her du miletan dizanin.
Rola Tirkumanan di şoreşa Sûriyê de:
Hevrikiya Tirkumanan ji Rêjîma Alesed û ramana şofînî ji dehên salan ve ye, çimkî siyaseta tundûtujiya Rêjîmê li dijî miletên Sûriyê ramanên şoreşgerî afirandin di nav xort û rewşenbîrên Tirkumanan de nexasim ko Tirkuman tûşî tundûtûjiyeke duqat hatin:
Yekem: Çimkî ew Tirkuman in.
Duyem: Çimkî ew Niştimanperwerên Sûrî ne.
Ji ber evê yekê Tirkumanan di dîroka wan ya tekoşînê de li dijî evê Rêjîmê pir cangorî pêşkêş kirine. Êrîşa herî tund di salên notî de ji sedsala çûyî bû, gava Rêjîmê bi sedan rewşenbîrên Tirkumanan girtin bi tawanine sexte û ew zindan kirin.
Hem jî şerê Ziman, çanda Tirkî kirin, ew qedexe kirin, nehiştin pertûkên Tirkî çap bibin û destûr jî nedan komeleyên rewşenbîrî yên Tirkumanî yên di evan waran de dixebitin, hem jî siyaseta abûrî ya rêbazkirî li dijî geşepêdana Herêm û gundên Tirkumanan bi taybetî li Berava Sûriyê (ew ciwantir Herêm li Sûriyê ne ) û gelek milkên Tirkumanan dest danîn ser wan.
Tirkumanên Colanê jî yên ko herdem bi viyana niştimanî re di rûyê Dagîrkerên Zehyonî rawestiyane, ji bil xiniziyê ji evê Rêjîmê nedîtine. Yên ko li pey cenga bi Dagîrkerên Zehyonî re hatin sizakirin, jiyana wan bi perîşanî û belangazî û tu rajeyên geşepêdanê li warê wan nebû.
Ev sedem û ji bil wan jî gelekên din hiştin ko civaka Tirkumanan bi şoreşê re bin ji roja pêşî ko dest pê kir. Û ketin rêza şoreşê di hemû qonaxên wê yên aştî û leşkerî de jî.
Li hemû Herêmên Tirkumanan bi xwepêşindanan rabûn li Laziqiyê, Helebê û Humsê bi taybetî li taxa Baba Emro ya ko 40% jê Tirkuman in, û li Dîmeşqê jî û li Herêmên ko Tirkuman lê dijîn.
Herweha çalakvanên Tirkumanan ew jî hatin girtin û lêdan û eskece bûn ji aliyê Rêjîmê ve û bi peyatiya Dewleteke din hatin tawanbar kirin, ev rewişta zordaran e herdem, û gava şoreş ket qonaxa leşkerî û dest bi bervedêriya xwe kir, Tirkuman yên destpêkê bûn, alayên xwe yên şervan damezirandin li hemû Herêmên ko li wan dijîn û dest bi şerê Hêzên Rêjîmê kirin, li gel hemû birayên xwe yên Gelên din, ji wan alayên ko hatin damezirandin em dikarin çendan binivîsînin:
– Alaya Sultan Mihemed Alfatih.
– Alaya Sultan Silêman.
– Alaya Selaciqe.
– Alaya Sultan Selîm.
– Alaya Enwar Alheq.
– Hêza Sultan Murad.
– Alaya Xwedanê sûndê.
– Alaya Çiyayê Tirkuamanan.
Û ji bil wan jî, Alayên din yên Tirkumanan yên têkoşer nav û deng dan li hemû Welat. Ev Alayî kesan ji netewên din jî dinimîne ne tenê Tirkumanan ji bo tekezkirina yekîtiya amanca ko hemû Sûrî bo wê şer dikin.
Rêkxistinên Siyasî:
Ji stemkariya Rêjîmê ko miletê Sûriyê tê de jiya, rêgirek bû, nehişt ko tu partiyên siyasî li dijî Rêjîmê bêne damezirandin û Tirkumanên Sûriyê jî di heman çarçoveyê de bûn. Heta bi Komeleyên xêrê û hizrî jî li wan qedexe bûn heta bi tiştine Êlî û Malbatî jî da tiştek wan bi hev ve girê nede.
Gava şoreşa Sûriyê dest pê kir Tirkuman di Gorepanan de beşdar bûn, di aştiyaneyê de û di çekdariyê de ji lew ra pêdiviya wan bi Rêkxistinên siyasî hebû, da derbirrîna rêbaz û dîtinên wan bikin. Herweha doza mafên wan bikin û hem jî li ahengehên siyasî yên corbicor û ji ber evê yekê hin Partiyên Tirkumenan çê bûn:
– Tevgera Tirkumaniya dîmuqratî Sûrî.
– Desteya Niştimanî ya Tirkumanên Sûriyê.
Evan Rêkxistinan tekez kir li ser yekîtiya xaka Sûriyê û daxwaza mafên Tirkumanan li bin banê niştimana Sûriyê, yê ko hemû Sûriyan dinimîne bê dûrkirina tu kesan herweha şiyan kirin da ko nûnerîtiya Tirkumanan di hemû Desteyên Siyasî yên Hevrikiya siyasî li dijî Rêjîma Alesed de bikin. Tevgera Tirkumanî ya dîmuqratî yî Sûriyê û Encûmena Sûrî ya Tirkumanî neh kursî birin û Desteya Niştimanî ya Tirkumenên Sûriyê heft kursî di Encûmena Niştimanî ya Suriyê de birin.
Û gava Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê hat damezirandin, pêkhata Tirkumanan Sê Nûner ji wan re terxan bûn, du nûner ji Tevgera Tirkumanan ya dîmuqratî Sûriyê.
Û yekî serbixwe.
ji bil Rêkxistinên siyasî Tirkumanan guhdan li Dezgehên Civakî yên Sivîl kirin, gelek Komeleyên Xêrxwaziyê dest bi karê xwe kirin da alîkariya belengaz û rebenan û malbatên pakrewan bikin, û hem belavkirina çandeyê di nav Civaka Tirkumenan de kirin…