Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bandên Esed berdewam in di tawan û komkujiyan de li dijî sivîlan, û di çend demjimêrên borî de zanyariyên wird li ser komkujiya hovane ya li nêzîk gundê Mi’rzaf li gundewarê Hemayê hatin, wan zanyariyan eşkere kirin ku hejmarek kes şehîd ketine û jin û zarok di nav wan de hene.
Zanyariyên bawerpêkirî xuya dikin ku 18 sivîlên li zeviyekê li nêzîk gundê navborî kar dikirin, li ser destê milîsên mezhebperist hatine kuştin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, vê komkujiya dirindane şermezar dike, û hevdem tekez dike ku sercem tawankar û cêbicêker û pilanansazên van tewanan nêzîk yan dûr wê siza bibin.
Ev tawan nemûneyeke ji hukumraniya Esed, ku bi kuştin û tepeserî û gulebarankirinê ye, û têde hîç nirxek ji jiyana mirovan re nîne, ku dagîrkarên Îranî û Rûsî dixwazin wî ferz bikin! Ew Sûriya bi xwe ye ya xelkê wê ji bo rizgarkirina wê serhildan kirin, û wê ji bo wê di şoreşa xwe de berdewam bin.
Hevbendiya Niştimanî ji NY daxwazê dike ku bi erkên xwe rabe li hember tawanên berdewam û sercem komkujiyên Rijêmê û hevalbendên wê, bi awayekî ku kuştinê rawestîne û tewankar hemî ber bi dadgehan de bên birin.
Herwiha ji civaka Navdewletî tê xwestin ku bi cêbicêkirina biryara hejmar 2254 rabe, û nemaze herdu bendên 12 û 13, ku tê de hatiye zemînek bête amadekirin ji bo veguhestina siyasî ligor tekestên daxuyaniya Cinêv1, û careke din delîve vebin bo avedankirinê û veguhestina Sûriyê ber bi dewleteke sivîl û demokrat û ya têde mafên azadî û rûmet û yeksaniyê ji hemû xelkê wê re dabîn bibin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
6 êlûn 2017