Dubare Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaz ji NY kir ku bi erkên xwe li hember tawan û komkujiyên berdewam yên li ser destê Rijêmê û hevalbendên wê dibin rabe, bi awayekî ku rawestandina kuştinê û dadgehkirina her tawanbarekî misoger bibe.
Hevbendiya Niştimanî îro roja çarşemê di daxuyaniyekê de, “tawankariya dirindane” ya li ser destê milîsên mezhebperist yên alîgirên Rijêmê, ya duhî li roja sêşemê di zeviyekê de li nêzîk bajarokê “Mi’rzaf” li gundewarê rojavayê Hemayê hatî encamdan û têde hemû karmendê wê ku hejmara wan 18 kes bûn hatin kuştin şermezar kir, û hevdem tekez kir ku tawankar û cêbicêker û pilanansazên van tewanan nêzîk yan dûr wê siza bibin.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku “ev tawan nemûneyeke ji hukumraniya Esed, ku bi kuştin û tepeserî û gulebarankirinê ye, û têde hîç nirxek ji jiyana mirovan re nîne, û dagîrkarên Îranî û Rûsî dixwazin wî ferz bikin!, û ev ew Sûriya bi xwe ye ya xelkê wê ji bo rizgarkirina wê serhildan kirin, û wê ji bo wê di şoreşa xwe de berdewam bin”.
Hevbendiya Niştimanî ji civaka Navdewletî xwest ku bi cêbicêkirina biryara hejmar 2254 rabe, û nemaze herdu bendên 12 û 13, ku tê de hatiye zemînek bête amadekirin ji bo veguhestina siyasî ligor tekestên daxuyaniya Cinêv1, û careke din delîve vebin bo avedankirinê û veguhestina Sûriyê ber bi dewleteke sivîl û demokrat , ya têde mafên azadî û rûmet û yeksaniyê ji hemû xelkê wê re dabîn bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî