Şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê wê roja pêncşembê 07.09 seredana Qeterê bike û bi wezîrê derve yê Qeterê re Elşêx Mihemed Bin Ebdulrehman Alsanî re bicive.
Şanda ko bi serokatiya serokê Hevbendiyê Riyad Sêf, û ji serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb û serokê şanda danûstandinan Nesir Elherîrî û endamin desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî pêk tê, wê pêşveçûnên nuha yên li Sûriyê dibin, û bizavên dibin ji bo destpêkirina danûstandinan careke din li Cinêvê bi çavdêriya Neteên Yekbûyî, gengeşe bikin.
Birêz Nizar Elhirakî balyozê Sûriyê libal Qeterê got ko seredan yek ji zincîra seredanên Hevbendiyê ye, ji bo seredana dewletên heval û bira berî civîna komîteya giştî ya Netewên Yekbûyî li Niyûyorkê di vê heyvê de, ya ku wê rewşa Sûriyê parek sereke be têde, û Hevbendî wê bi şandeke pilebilind têde beşdar bibe.
Balyoz Elhirakî tekez kir ku Hevbendî giringiyeke mezin dide danûstandina digel birayên Ereb ji bo hevrêzkariyê berî danûstandinên Cinêvê. Û destnîşan kir ko wê seredan asoyên piştgiriya desthilata demkî û çalakiyên wê li hindirê Sûriyê û bizavên ko Hevbendî dike ji bo piştgiriya penaberên Sûrî û pêdiviyên jiyana wan gengeşe bike, ji ber ku Qeter piştgiriya bi dehan pirojeyên giring dike bi hevkariya dezgehên netewên yekbûyî di çarçoveya alîkariyên mirovî ji ber rewşa dijwar ya ko miletê Sûrî tê re derbas dibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî