Seroka komîta navdewletî ya ji bo karûbarê komkirina nîşan û belgeyan derbarê tawankariyên cengê li Sûriyê hatiye erkdarkirin Marşî Ohêl hêvî dike ko hemû kersên ko tawankarî derheqê miletê Sûrî kirine di nêzîktirîn dem de siza bibin.
Ohêl di kongirekî ji bo diyarkirina karûbarê komîta navdewletî diyar kir ko “karê komîtê ne dadgehkirina tawankaran e, çimkî ew ne dadgeheke navdewletî ye, lê karê wê ew e, daneheva hemû nîşandekan û ravekirin û parastina wan belgeyn.”
Hatiye biryardan ko Ohêl digel tîmekê ji 50 kesan e ji nav wan jî dadwer û şirovekar û pisporên pêzanînan û hin ji wan bi zimanê Erebî jî dizanin tako hemû pêzanînên derbarê tawankariyên cengê yên ko li Sûriyê ji destpêka şoreşê ve bûne hatine komkirin rave bikin
Dadwera firensî wekû sereka komîtê di tîrmeha borî de ji hêla emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Entonyo Gotîrês ve hatiye danîn. Ev komît ya derbarê danheva nîşanên tawankarî ye, her şeş heyvan raportekê li ser karê xwe yê kiriye û pêzanînên belgeh kirine derdixe.
Serokê toreya Sûrî ya mafê mirovan Fedil Ebdulxenî got tawankariyên kuştina girtiyan bi êşkenceyê nema guhdan li wan dibe, bêtir got ko rêjîma Esed di fêrkirina civaka navdewletî de li ser nûçeyên mirina bi êşkenceyê serket.
Ebdulxenî got: “me ji hêla şandyarê navdewletî Stîvan Dî Mistora û balyozên dewletên hevalên Sûriyê nebihîst ko giring e êşkencnedan li Sûriyê raweste ”, û tekez kir ko rêjîma Esed di cîhanê de di veşartin û êşkencekirina girtiyan de pîstirîn rêjîm e.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di heyva borî de kuştina 32 kesan bi êşkenceyê ji wan 27 bi destê hêzên Esed belgeh kiriye.
Jêder: Nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Elcezîre