Dewleta Qeter daxwaz ji civaka navdewletî kir ko tawankarên cengê yên Sûriyê ji bo dadgeha navdewletî pêşkêş bibin, piştî ko vekolînek navnetewî ya serbixwe tekez kir ko rêjîma Esed gaza Sarîn li dijî sivîlan li Xan Şêxûn nîsana borî bikar aniye.
Wezareta derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de duh got ku rizgarbûna tawankarên cengê li Sûriyê ji sizayê, hişt ko tundûtûjî û binpêkirin bi şêweyekî pirtir û rêbazkirî derheqê miletê Sûrî de pêk bên.
Daxuyaniya wezareta derve ya Qeterî got ku çareseriya siyasî divê li gora daxuyaniya Cinêva1 û biryarên Encûmena Ewlekariyê yên têkildarî mijarê pêk bê, tako hêviyên miletê Sûrî yên rewa pêkbîne.
Komîta vekolînê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve di yekem raporta xwe ya fermî de ragihand ko wê gelek “pêzanîn kom kirine”, û zanyarî destnîşan dikin ko firokên rêjîmê berpirsyar in di ber êrîşa bobelatî ya bi gaza Sarîn li Xan Şêxûn pêkhat.
Di raportê de hatiye ko “di 4 nîsanê de hêzên rêjîmê gaza Sarîn bikar aniye û di encamê de bêtir ji 80 kesî piraniya wan jin û zarok in hatine kuştin”, raportê berdewam kir û got: “hemû nîşanên hene dibêjin ku sedemên lojîk pir hene ji bo bawerî çêbibe ku hêzên asmanî yên rêjîmê bombeyên gazê avêtine ”.
Vekolînerên ko rêjîmê rê neda wan ji bo vekolînên xwe bikin, diyar kirine ko wan li gora wêneyên guleyên mûşekan û wêneyên di rêya satelitan û dîtina dîdevanan re zanyarî tekez kirine.
Vekolîna nû ya çardehan e ya ko komîta navdewletî derxistiye ya taybet bi tawankariyên cengê yên ko rêjîma Esed derheqê miletê Sûrî ji destpêka şoreşê ve sala 2011ê pêk tîne, ko heta nuha 500hezar kes şehîd ketine.
Raporta navnetewî berpirsiyariya di ber 23 êrîşên kîmawî li Sûriyê bi giştî xistiye hustê rêjîma Esed, û raporta duh yekem raport e ko ji Netewên Yekbûyî derdikeve û berpirsiyariyê bi fermî dike hustê hêzên rêjîmê.
Rêkxistina Humen Rights Watch di bersiva xwe ya yekem de derbarê raporta navdewletî got ku”berpirsiyarên di ber êrîşên kîmawî de bi diristî siza nebûne”, û Rights Watch got ku divê Encûmena ewlekariyê û rêkxistina navdewletî ya qedexekirina çekên kîmawî “ pêngavine piraktîkî bavêjin ji bo fişarê li ser rêjîmê xurttir bikin da rêjîm ji bikaranîna çekên kîmawî raweste û berpirsiyar siza bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans