Bergiriya sivîl ya Sûrî “kumên spî” li ser bizavên wê û tîpên wê yên xwebexş ji bo rizgarkirina sivîlan û alîkarkirina komelgeha xwecihî ya Sûrî, bi xelata “Tipperary International Peace Award” hat xelatkirin.
Hin endamên bergiriya sivîl duhî roja çarşemê (6’ê êlûna 2017) di ahengekê de li bajarê “Tîpperarî” yê Îrlandî xelet wergirtin , ku ev xelat bi hejmara (29) bû her ji destpêka wê de li salên heştiyan ji çerxê bûrî, ku tête pêşkêşkirin bo kesayetiyên xudan par ji bo mijara aştiyê.
“Nidal Î’zedîn” endamê rêxistinê, li dema xelat wergirt got: “ez serbilind im bi xelatkirina bergiriya sivîl bi vê xelatê, ku ev xelat wê bibe alîkar ji bo rizgarkirina giyanên zêdetir û wê hewlên me ji bo aştiyê bihêztir bike“.
Û dîsa got: ” bidestxistina xelata aştiyê sebaret bergiriya sivîl tê bi wateya ku hêjî kesin li cîhanê hene palpiştiya peyama me dikin ji bo parastina giyanan, û dengê aştiyê bi gelekî ji dengê topan û şer bilindtir e“.
Navborî got: “îro ez hêviyên xwebexşên me digehînim, û em nimêj û lava dikin ku piştî îro hîç kes nekeve dibin wêrankariyan de bi sedema bombebarankirina bi firok û topxaneyan, û piştî îro termê hîç zarokekî nebînin, ku berî tawankar mala wî bombebaran bike di hembêza dayîka xwe de hêmin nivistî bû, hêvî dikin ku ji îro û pêş de em hîç xortekî yan keçeka birîndar yan endamek ji laşê xwe ji dest daye ji encamê naroncokekê yan rokêtekî nebînin“.
Îzedîn dît ku ” wateya aştiyê sebaret me (endamên bergiriya sivîl) girinjîna zarokî ye, keyfa jinekê ye, û rondikên kalemêrekî ji şer westayî ye, yê ku li ser destê xwebexşên kumên spî carek din hêvî li rex wî peyda bûye”.
Û got “ku aştî sebaret me xema 204 şehîdên kum spî ye, yên canê xwe kirin bi qurbana 20 milyon Sûrî, û hîç kes li cîhanê ji îro û pêş de neyê kuştin bi sedema milmilaneyek siyasî yan olî yan tayifî ya netewî“.
Û li dawiya gotina xwe got: ” em bi hêvî ne ku ji îro û şûnde ranebin bi rakirina qurbaniyan ji bin wêrankariyan û em rabin ji bo beşdar bibin di piroseya avedankirina gund û bajarên xwe yên wêrankirî bi dirêjahiya salên borî“.
Hêjayî gotinê ye ku bergiriya sivîl rêxistinek serbixwe û bêalî ye, û bi 15 erkan radibe, ku xuyatirîn erk ew e rizgarkirina sivîlan li cihên têne bombebarankirin, û her ji damezrandina xwe de bi karê rizgarkirina giyanê zêdetir ji 100 hezar sivîlî ji êrîşên Rijêmê û hevalbendên wê li dijî sivîlên Sûriyê rabûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî