Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekeziyê li ser helwesta xwe ya herdemî himber rêjîmê û giringiya jihevxistin û ruxandina wê dike, û yên ko destê wan bi xwîna miletê Sûrî bûye ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî bêne şandin, û anî ziman ko ev giringî li gora mafdana biryarên navdewletî yên ji Encûmena Ewlehiyê derçûne.
Di vê derbarê de Hevbendî daxuyaniyên serokê Rûsya Viladîmêr Potîn red dike, û tekez dike ko miletê Sûrî bi hemû alavan di Şoreşa xwe de berdewam e, û heta amancên xwe pêk neyine ranaweste, bi taybetî ku miletê Sûrî di salên bûrî de di rûyê rêjîmê û yên piştgiriya wê dikin Rûs û Îraniyan xwe ragir bû, tevlî tawankarî û tiroristî û koçkirina sivîlan.
Rêjîmê bi dirêjahiya pêncî salî mafê azadî û rûmet û jiyaneke aram binpê kiriye, û zordariya xwe bi tundî û tawankariyan ava kiriye, bi mebesta ku Sûriyê wêran bike, cîhan tev vê rasteqîniyê dizane û bi taybet Rûs û Îranî, lê wan piştgiriya vî tawankarî li dijî mafên miletê Sûrî û yasaya navdewletî kiriye.
Miletê Sûrî bi mafên xwe û biryarên Encûmena Ewlehiyê û bi taybetî biryara 2118 û 2254ê pabend in, û bawer in ko ew dê biser bikevin.
Tawankar û yên piştgiriya wan dikin hîç bi tawankariyên xwe mukur nayên, û xwe nakin berpirsyar di ber astengkirina bizavên çareseriyê , û çi hewildanên çareseriyeke siyasî têk dibin, ew aşopan dibêjin û dubare dikin, da tawankariyên xwe rewa bikin.
Hêj karînên rawestandina tiştê dibe hene, û hêj aliyên navdewletî dikarin bi rastî ber bi çareseriyeke siyasî ve biçin, fişarê bidine ser rêjîma Esed û wê bi pirosesa siyasî ya rastîn li gora daxuyaniya Cinêvê pabend bikin, û desteyeke desthilata veguhêz a bi hemû karûbaran damezirînin, û bi wê ber bi paşerojê ve biçin, da Sûrî hemû bi azadî û rûmet bijîn.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragehandin û Peywendiyê
27.04.2019