Tuesday, July 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Axaftina Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Enes Alebda, Derbarê Rûbirûbûna Nexweşiya Belav Korona

March 28, 2020
in Daxwiyanî
Reading Time: 5 mins read
A A

Xwişk û biayên min ên Sûrî, gelê Sûriyê yê gewre li her deverekê

Silav û rêzgirtin ji we re

Cîhan îro di ezmûneke mezin re derbas dibe, derbarê rûbirûbûna Korona , û em wek Sûrî ji cîhanê neveqetayî ne.

Êşa ku gelê Sûriyê bi dirêjiya 9 salan kişandiye, ti miletekî din li cîhanê nekşandiye, û bi saya xwedê gelê ku ewqas dijwarî kişandiye, wê karibe li hember vê nexweşiya vegir jî raweste.

Birayên min ên Sûrî li her deverê, ez bang li we hemiyan dikim, pabend bin bi wan temîniyên ku aliyên berpisyarên tendurustî û bijîşkî derdixin, û bi wan re hevkar bin di tiştên ku ew li ser tekez dikin, û ji hundrê malan an ji kampan dernekevin, eger derketina we ne pir pêwîst be.

Rewşa niha ji me dixwaze ku çalakiyên civakî û sardan û kombûnan bi temamî rawestînin.. û şahiyên civakî bisekînînin, an jî wan bi sivkî derbas bikin an jî bi dûr bixînin.

Derketina ji malê bo dabînkirina hewcedariyan pêwîst e, lê ez pêşniyaz dikim ku ew her hefteyê carekê an 2 caran were kirin .. û tenê mirovek bi wî karî rabe, da mirov li bazaran pir nebin, û dibê mirovê navsal û zarok li bazaran neyên dîtin.

Erk e li ser milê me ku em kesên kal û pîr û yên nexwaşiya dil an sîngê an şekir û zextê bi wan re hebin biparêzin, û tevliheviyê bi wan re sînordar bikin.

Divê aliyên rêvebiriya kampan dikin, komîteyan ava bikin, daku derbesbûn û derketin li gorî mercên tund bin.

Îro li hember van tengasiyên dijwar, divê ku em yekdest bin, û ji bercewendiyên teng bi dûr kevin, û em tenê bercewendiya civakê bidine ber çavên xwe.

Li vir em birayên xwe yên girtî bi bîr tînin, ji ber ku zêdetir ji 250 hezar mirovî di nav şert û mercên nemirovahî de ne, û ji hemûyan bêtir metirsiya vê nexweşiya li ser wan heye.

xelk û hezkiriyên me:

Civaka Sûrî bi hemû pêkhatên xwe ve, tevî rewşa cengê û koçberkirinê û rewşa mirovahî û aborî ya awarte, bixîretbûn û birûmetbûn û mêrxasiya xwe çesipand.

Îro gelek ji Sûriyan kar û jêderên debara jiyana xwe winda kirine, û roj bi roj di nav rewşeke dijwar de dijîn, û nikarin debara jiyana xwe bikin, em di van rewşên awarte de hewcedarî hevkariyeke biratî û mirovahî ne, ew comerdiya ku gelê Sûriyê tê de cîyawaz e .

Berpirsyariya mirovahî li ser milê herkesî ye, malbat, xizim û merov, cîran, ên xwediyên cih û yên derbider, bazirgan û karker, divê tev pev re alîkar bin ji bo sivikkirina bar.

Di bextê we de me, bi çavekî biçûk li vê nexwaşiyê mêze nekin, ev bela ne li ser we tenê ye, lê bela hemû kesên derdorên we ne jî, di rûbirûbûna nexweşiyê de pev re alîkar bin.

Îro Tevî karînên biçûk û çavkaniyên hindik, û wek ku hûn zanin, Hikûmeta Sûrî ya demkî di rêya Wezareta Tenduristî û wezaretên din re pilanek hevgirtî ji bo rûbirûbûna vê nexwaşiyê amade kiriye, û bihevkariya rêvebirên tenduristiyê û nexweşxane û nivîsgehên tenduristiyê û Tora Hişyariya Bilez û Bersivdayîna Derdan, di heman demê de hevkarî digel hemû rêxistinên civaka sivîl ên ku li ser erdê dixebitin dikin, û berê û hîn jî hevkarên sereke ne, di hemî xebatên bersivdana mirovahî de.

Silavek taybetî ji bo hemî karker û çalakvanên di warê tenduristî, bijîjkî û hişyarkirinê de dixebitin, ji ber karên mezin ên ku pê radibin .

Eger xwdê bêje erê, ji roja duşema bê de, Wezîrê Tenduristî yê Hikûmata Sûrî ya demkî dê ji bo rûbibrûbûna vî derdî rojane daxeiyaniekê bikurtasî li ser pêşveçûnên herî dawîn derbarê vê nexweşiyê biweşîne.

Li hember vê krîza heyî, me gelek pêwendî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê, Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor û dewletên çalak re kirin, li ser rewşa tenduristiya li Sûriyê, û bi taybetî me behsa metirsiya li ser deverên rizgarkirî kir .

Û tekezî hat kirin li ser pêwîstiya cîbicîkirina bilez ji pilanên li ser hatiye lihevkirin, yên girêdayî bi metirsiya belavbûna korona.

Û me tekezî li ser girîngiya serbestberdana yekser ji girtiyên di zîndanên Esed de kir, û em di fişarên xwe de bi hemû şêweyên li ber destê me hene berdewam in, daku hemû aliyên navdewletî têxin bin berpirsyariyên wan.

Lê ev yek nayê wê wateyî ku em bi berpisyariya xwe beranberî hev ranebin, nemaze revendên Sûriyê li hemû dewletên cîhanê, ji me tê xwestin ku îro em piştgirya helmetên alîkariyê bi xwediyên xwe re li deverên rizgarkirî bikin, û pişta hev bigirin, nemaze xelkên pir ziyan dîne û bêtir hewcedar in, û em tînin bîra wan ku haziriyên xwe bikin, û pabendiyê bi biryar û teminiyên ku ji aliyên fermî di dewletên ku lê dijîn bikin.

Û ji birayên me yên Sûrî yên li deverên di bin kontirola rêjîmê de dijîn re dibêjim, Xwedê alikarê we be, ji ber ku ev rejîma ku ji 9 salan de zêdetir ji milyonek mirov kuştiye, û bêhtir ji12 mîlyon mirov koçber kiriye, guh nade parastina we.

Di bextê we da me, li xwe miqate bin, û pabendiyê bi zanyariyên tendurustî yên girîng bikin.

Di dawiya vê axaftinê de: Em pê bawer in ku gelê Sûriyê, wekî ku me ew naskiriye, dikare berpirsiyariyê hilgire.

Hêviya me ew e ku em hemî pev re hevkariyê bikin, Serkeftina derbaskirina vê tengasiyê , di pileya yekemîn de li ser milê her yekî ji me ye, û li ser milê me hemûya ye.

Xwedê hemû Sûriyan û mirovahiyê ji xirabiya vî Vîrosî biparêze

Xwedê we û hezkiriyên we biparêze

Silav û rêz, bereketa xwedê li wer be.

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post

Hevkariya li Gel Rêjîma Esed Rawestana li Gel Tewankar e li Dijî Qurbaniyan

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.