Bi dilekî xembar me nûçeya şehîdbûna Şefa Gerdî rêvebira beşê berhênana nûçeyan di Tora Rûdaw a Nûçeyan de bihîst, ji encama teqîna mayînekê dema karê xwe yê ragihandinê di şopandina nûçeyên şerên li dijî DAIŞa terrorist beyaniya roja şemiyê 25 sibata 2017 li bajarê Mûsilê dikir.
Bi vê helkefta diltezîn, em hevxemiya xwe li gel Rûdawê radigihînin, û behîdariya wê bi vê bûyera xembar dikin, û sersaxiyê ji malbata şehîda hêja û tevaya karmendên Rûdawê re dixwazin, û hêviyê ji xwedayê mezin dikin ku bînfirehî û aramî û deyaxê bide we di vê şîna we ya mezin de.
Dilovaniya xwedayê gewre ji Şefa şehîd re.
Saxlemî ji hevkarê wê yê wênekêş Yûnis Mistefa re.
Beşê Kurdî
Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî
26 sibata 2017