Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulhekîm Beşar got ku Kurdên Sûriyê bi şêweyekî tekûz û dadane di rêzên opozisyonê de nûnerkirî ne, û Beşar got : “mafên gelê Kurd misoger nabe eger Beşar di desthilatê de be”.
Ebdulhekîm got ko ew bi gera nû ya çarem ya danûstandinên Cinêvê negeşbîne, çimkî dîtina Emerîkî ya ji bo çareserkirinê nediyar e ji alîkî ve, û ji aliyê din jî rêjîm wekû hercar hewil dide danûstandinan têk bibe.
Cîgirê serokê Hevbendiyê got “destpêkirina operasiyona siyasî bi awayekî jidil, tê wateya dawiya rêjîmê, ji ber wisa jî di çi gerê de rêjîm astengiyan di rûyê çi peymana hebe de datîne”.
Beşar got ko rêjîma ko bû sedema kuştina bêtir ji 500hezar kes, û 12 milyon kesên din derbider kirine, û hebûna bi hezaran girtî bi hêsanî radest nabe, eger fişara civaka navdewletî lê nebe, destnîşan kir ko nebûna rola Emerîkî qeyranek mezine libal miletê Sûrî û şoreşa wî çêkir.
Cîgirê serokê Hevbendiyê tekez kir ko “şerên leşkerî û yên siyasî yên ko partiya yekîtiya dîmuqratî li dijî DAIŞ li Reqa û Dêra zorê dike, çi girêdana wan bi kêşeya kurdî ve nîn e ”. û Beşar got ku Tirkiyê dewletek dosta miletê Sûrî bi giştî ye, berevajî gotina basikê Partiya Karkerê Kurdistanê dibêje, çimkî Tirkiyê pêşwaziya 3 milyon penaberên Sûriyê kir ji nav wan jî 300-400 hezar Kurd hene, piraniya wan ji zordariya PYD reviyane, û nuha li Tirkiyê bi aramiyek bêtir ji yên li herêmên bin kontrola PYD de ne dijîn.
Jêder: Mivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Biştimanî/Elerebî Elcedîd