Berdevkê fermî yê şanda desteya bilind ya danûstandinan Salim Elmislit şanda rêjîmê bi hewildana têkbirina danûstandinan tawanbar kir, û got ko şanda rêjîmê bi serokatiya Beşar Elcaferî hatiye Cinêvê ne ji bo çi çareserkirina siyasî gotûbêj bike.
Elmislit destnîşan kir ko yê tiroristiyê çêdike rêjîm e, û pirsiyar kir: çawa ew behsa şerê tiroristiyê dike?!
Elmislit bêtir got: eger Rûsya bêtir jidil kar bike, wek li civînên Astane kir, gerek fişarê bide ser rêjîmê bi aliyê çareserkirineke siyasî li Cinêvê. Û Elmislit got ko Rûsya dikare gelek tiştan bi rêjîmê re bike, ji ber wê bi têwerdana xwe di Sûriyê de rêjîm rizgar kir, her weha wê şerê Helebê ji bercewendiya rêjîmê re kir.
Elmislit got gava pêşî ya ko gerek gengeşe bibe ji bo danûstandin bi ser bikevin ew e ko gengeşeya desteya desthilata veguhêz bikin, û di pey re hilbijartin û destûr tên.
Elmislit texmîn dike ko helwestên serokê Emerîkî Donald Tramp ji yên Birêveberiya berê baştir bin, bi taybetî piştî nameyên Emerîkî ji Îranê re, dema dibêje ko em wê dewleta dagîrker dibînin û şirîka Esed ya tawanên ko li Sûriyê di derheqê miletê Sûrî de dibin.
Elmislit tekez kir ko pirinsîbin hene opozisyon ji wan nayê xwarê, û nikare xwîna nîv milyon mirov nebîne, û got ku giring e tiştek ji miletê Sûrî re misoger bibe, nirxê wê çi be bila bibe, tev ko pir astengî di rêka pêkanêna çareserkirinên ko em bizavê ji bo dabînkirina wan dikin hene.
Jêder: Nivîsgeha Ragiuhandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Elquds Elerebî