Duhî roja yekşemê rêveberiya “Perwerdeya Idilbê Ya Azad” ,di daxuyaniyekê de, xwendingehên herdu bajarên Idlib û Erîha bo heyamê sê rojan rawestandin, bi sedema êrîşên berdewam yên hêzên Rijêmê û hevalbendên wê li ser navçeyê.
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de ya li ser malpera “fêsbokê” ragihand ku her ji roja duşemê wê dergehên xwendingehên herdu bajaran ji ber “pêwîstiyên berjewendiya giştî û parastina xwendevanan” wê bên daxistin, bi sedema berdewamiya êrîşên li ser xwendingeh û karsaziyên zindî bi rêka firokên şer dibin.
Hêjayê gotinê ye ku hin kuştî û bi dehan sivîl birîndar ketin li roja şembiyê û yekşemê bi sedema êrîşên esmanî yên li ser bajarê Idlibê, û herwiha li ser bajarê Erîha, yê bi dûrahiya 7 k.m ji navenda parêzgeha Idlibê ye.
Û ev bombebarankirina hovane li ser Idlibê hevdem ligel destpêkirina danustandinên (Cinêv4) û berdewamiya karê agirbesta li Sûriyê dibe, û tevî ku Rûsiya -ligor şanderê navdewletî yê taybet Stîvan Dî Mestora dibêje- “bi fermî” daxwaz ji rijêma Bişar kiriye ji bo rawestandina bombebarankirinê li rojên lidarxistina danustandinên niha li Cinêv dibin.
Û ligor belgeyên “Rêveberiya Perwerdeya Azad” ku li sala par û bi sedema bombebarankirina firokên Rûsiya û Rijêmê, zêdetir ji 160 xwendingehan bi carekî ji kar ketin û 134 xwendingeh bi temamî nikarin kar bikin, ku têde zêdetir 370 xwendevan û wanebêjan jiyana xwe jidest dan.
Herwiha ku zêdetir ji 4 hezar êrîşan li ser xwendingehan ji aliyê rêxistina “UNESIF” li dawiya sala bûrî di raportekê de hatibû belgekirin, ku her xwendingehek ji 4 xwendingehan nema bikar tê bi sedema ziyan û wêraniyê, û ziyanên kerta perwerdeyê gihiştin zêdetir ji 52 hezar fêrkaran, û herwiha pêşketina biwarê perwerdeyê 20 salan rawestiya.
Û ligor Rêxistinê ” zêdetir ji du milyon zarokî bi neçarî dest ji xwendinê berdan”, yan bi sedema şeran û koçberiyê yan bi sedema daxistin û kilîtkirina xwendingehan bi sedema jikarketin û wêraniyê, û yan bi sedema kêmketina stavê fêrkirinê, û herwiha şerê Rijêmê yê ji şeş salan ve berdewam li dijî gelê Sûriyê, bû sedema ku gelek zarok nikaribin xwendina xwe berdewam bikin, bi sedema kuştin û girtina kesukarên wan yan ji ber dûrketina zarokan ji dayîk û bavên xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat