Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê duaxuyaniya wezîrê ewqafa rejîmê derbarê qedexekirina çûna heciyên sûrî red dike, û piştrast dike ku ew yek derew e.
Hevbendî dubare supasiya hewldanên Erebistana Suûdî dike li ser pêşkêşkirina hêsankariyên berdewam bo hecîyên Sûriyê ji bo pêkanîna Hecê bi sebr û bi hêsanî.
Komîteya bilind ya Hecê ya sûrî ya Hevbendiya Nişyimanî bi dirêjahiya heft salan û bi kordînasyona li gel Wezareta Hec û Umrê li Erebistana Saudî, berdewam e li ser pêşkêşkirina xizmeta xwe bo hemû welatiyên sûrî, ku sal bi sal dikarin bi erkê xwe yê hecê bi hêsanî û aramî rabin.
Girêbesta Haca Sûriyan ya sala 1440 K –2019 z, tekest dike li ser zêdekirina para hecîyên Sûriyê da bigihîne 22,500 hecîyan, û pêşbîniya zêdekirina wê li salên pêş de dike.
Wek hertim li salên borî; Hevbendî rijde li ser pêşkêşkirina xizmetên komîteya Hacê ji bo tevaya welatiyên Sûriyê, bê cudahî.
Dubare li ser navê gelê sûriyê, supasiya helwesta kral û hikûmeta Suûdî dikin li ser pêşkêşkirin û hewldanên wê ji bo heciyan û bi taybetî li ser dabînkirina xizmetên pêwîst ji bo heciyên Sûrî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
30ê adar 2019