Wezîrên Derve yên welatên Erebî Doh, di çarçoveya civîna amadekariyên Lûtkeya Erebî redkirina xwe ji biryara serokê Emerîkayê Donald Trump ya derbarê Colana Sûrî ya dagîrkirî ragehand, û tekez kirin ku ev yek li dijî biryarên navdewletî ye.
Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xêd di dema civînê de got: “Em bi dengekî diyar dibêjin, Colan xakeke Erebî Sûrî ya dagîrkirî ye li gor yasa û biryarên Encûmena Ewlekariyê”, û tekezî li ser wê yekê kir ku “rewakirina dagêrkeriyê şaştiyek e, û yasakirina wê lîstin e bi piransîpa dadweriyê “.
Wezîrê Derve yê Siûdiyê Ibrahîm Elesaf careke din ragehand ku welatê wî vê biryarê red dike û biryara rêveberiya Emerîka ya derbarê danpêdana bi serweriya Israîlê li ser bilindahiyên Colanê jî şermezar dike.
Elesaf hişyarî da ku ” dê bandora vê ragehandinê ya nerênî li ser aştiyê li Rojhilata Navîn hebe”, û destnîşan kir ku Colan xakeke Erebî Sûrî ya dagîrkirî ye li gor biryarên navdewletî, û ev yek bi awayekî eşkere li dijî beyanameya Neteweyên Yekgrtî ye.
Roja Yekşemê, Tûnis mêvandariya Lûtkeya Sîhemîn dike ku dê nêzî 20 serokên dewletan lê beşdar bibin, ya ku li ser zarê wezîrê xwe yê derve Xemîs El-Cihînawî biryarên danpêdana bi serweriya Israîlê li ser Bilindahiyên Colanê red kir û li dijî biryarên navdewletî binav kir.
Û hejmareke welatên Ereb û misilman bi hêrs redkirina xwe ji vê ragehandina serokê Emerîka re diyar kirin, û her weha dewletin Ereb û Rojavayî jî redkirina xwe ji vê biryarê re nîşan dan, û hişyarî dan Civaka Navdewletî derbarê bandorên xerab ên vê biryara Trump.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê tekez kir ku hewlên serokê Emerîka Donald Trump ji dana rewayê ji dagîrkirina Israîlê ji xaka Colana Sûrî re “Binpêkirin e ji yasaya navdewletî re û çespandina yasaya daristanê ye”.
Berya niha jî rêxistina Human Rights Watch, di 25ê vê mehê de biryara serokê Emerîka wek çavgirtina ji dagîrkariya Israîlê ji Colanê re binav kiribû, herwiha dabû zanîn ku ev biryar rêznegirtin e ji parastina welatiyên Sûriyê re li gor yasaya mirovî ya navdewletî.
Jêder: Ragehandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê