Friday, 31 August 2018 00:59

Êş û Azarên Gitiyan û Mirina bi Hezaran bi Îşkenceyê di Girtîgehên Esed de û Berpirsyariya Civaka Navdewletî li Hemberî vê Yekê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî

Girtina derveyî qanûnê, û windakirina bi darê zorê, îşkence û kuştin, û hemû riftarên nemirovî, rayên kûr hene di koka rijêmê de her ji kodeta û baladestiya Esed bav li ser desthilatdariya Sûriyê, ku ev hemû bi pratîk her ji pêncî salî di organên rijêmê de hatine bikaranîn bi awayakî sîstematîk li dijî opozîsyonê her ji berî û di dema şoreşê de, wek yek ji binyatekî herî giring yê hukmraniyê ji bo xistina tirs di nav milet de; heta gihişt radeyekê ku kîna xelkê teqiya ligel destpêkirina şoreşa sûriyê, ku girtina zarokan Der'ayê û hilkirina neynûkên wan li 27/2/201'an, bû sedemekî serekî ji bo destpêka xwenîşandanên aştiyane ji aliyê çalakvanên li Şamê ji bo dilsoziya ligel dayik û bavên wan zarokan û malbatên girtiyan li parêzgehên din li beramberî Wezareta Navxweyî ya li Mirja di 16/3/2011 de.

Rejîm berdewam e li ser girtina çalakvan û îşkence wan ku ev yek dibe handerekê zêdetir ji bo berdewamiya şoreşê; ji bo şermezarkirina rejîmê bi riya wêneyên mexdûrên yên ji aliyê Sizer ve gihişhine ligel belgeyên din û raportên komîsyonên lêpirsînê yên navnetewî, û raportên rêxistinên serbixwe yên li ser mezinatiya qebarê tawana nayê veşartin;

Rejîm di mehên dawî de, rastî fişarên navnetewî yên zêde hat ji bo piştgiriya daxwazên muxalefetê û organên mafên mirovan li ser vekirina dergehên girtîgehên veşartî û fermî li pêşiya Xaça Sor ya Navnetewî, ku rijîm di wê baweriyê de ye ku ew dikare doza kesên binçavkirî û bigire bi ragihandina mirina wan, bi agahdarkirina serayên qeyd û nifûsê bi mirina bi hezaran girtiyan di nîva sala 2018'an de, ku rastiyên li ser mirina wan amaje bi bi demên berê dikin, ku piraniya ji 2012 heta 2014 mirî ne;

Rejîm xwe bi xwe şermezar dike û belgeyan li ser revandin û înkar û windakirina girtiyan bi dirêjahiya salên borî pêkêş dike; û tawaneke zêdetir li zincîra tawanên xwe di derheqa girtiyan zêde dike ku ew hêjî sax bûn, û tawanên nû li dema ku ew mirî ne, bi radestnekirina termên girtiyan bo kesukarên wan, û herwiha bi veşartina gorên wan, û ne pêkanîna lêkolîneke zelal û bêalî ji bo destnîşankirina sedem û sedemkarê mirinê; mafdariya navnetewî ya mafên mirovan, desthilatê bi berpirsiyar dibîne ji bo piştrastkirina mirina xwezayî ji bo her kesekî binçavkirî di dema binçavkirinê de û divê lêkolîn bi awayekî serbixwe û berfireh bêne pêkanîn di hemû rewşên mirinê de, encam nedana van lêpirsînan berpirsiyariya mirinê têxe li ser milê desthilatê.

Rejîm berdewam e li ser ragihandina lîsteyên mirinê ku Sûriya xistiye konekî şîn û xemgîniyê yê mezin, ji Şamê heta Dareya xetîra şoreşê ya ku ku Xeyas û Meter û hevalên xwe bi av û bi gulan pêşwazî li gule û tivingên serbazan dikirin di xwenîşandanên aştiyane de, yên ku hatin girtin û îşkence û bidarvekirin bi hukmên dadgehên leşkerî; ku serdana pênc balyozên welatên dost ji bo pêşkêşkirina sersaxiyê, nebû rêgir li pêşiya rejîmê li ser berdewamiya girtinê, û îşkence û kuştina hevalên wan Yahya û Ma'an el-Şirbeçî û Islam Debas.

Heta Hesekê, Dêrazorê, Reqa, Heleb, Idlib, Hums, Tertûs, Siwêda û Der'a, çavên qurbaniyan di wêneyên wan de li bîra me dimînin divê xewn û xeyal û mafên wan ji bîr nekin, ku aramî û aştiya navnetewî li Sûriyê û herêmê li dema dûr û nêzîk nayê bidestxistin, heger aliyên civaka navnetewî ranebin bi gavên konkrêt li hemberî doza girtiyan.

Kirîza penaberan bi dawî nabe bê sepandina rêşûnên pêwîst yên misogerkirina parastina wan, ku destpê dike ji rawestandina îşkence û terorê û binçavkirin û serbestberdana girtiyan.

Bidawîkirina tawanên jenosîdê li Sûriyê, û parastina mafên mirovan berpirsîyeke hevbeş e ji aliyê qanûnên olî û qanûnên navnetewî û nirxên cîhana azadîxwaz li ser milê civaka navnetewî û hukûmet û hemû gelan e, û bêyî fişarên rasteqîn bi hevkariya hemû aliyan dê rejîm berdewam be li ser tawanên yên hovane li dijî girtiyan.

Ew gelek şaş in yên propagandaya belav dike li ser gengeşekirina doseya girtiyan li piştî pêkanîna rêkeftinekê li ser çareseriya siyasî; û hin di vî warî de berovajî tekstên yasa û rewişt û nirxên mirovî diçin, û li dawiyê çi çareseriyek bi ser nakeve li dema ji aliyê xelkê Sûriyê nayê pejirandin, ku zêdebûna zilm û stemkariya rejîmê û hevalbendê wê vedigire bo bêxemî û bêçalakiya civaka navnetewî li ser sepandina çareseriyekê bo parastina xelkê Sûriyê û ramalîna rondikên malbatên qurbaniyan, dê krîzê veguhêze li derveyî erdnîgariya Sûriyê; û bê aştî, ti aramî herêmê peyda nabe, û çi aştî bê dad nabe, û çi dad bê sizadan nabe, û çi sizadan bê dadgehkirin nabe.

Gava ku Rûsya rêdigire li pêşiya Konseya Ewlekariyê ji bo raguhestina rejîmê ji bo dadgeha tawanên navnetewî, em dipirsin li ser derengiya derxistina yasa Sizer ji aliyê Kongreya Amerîkî, hevdem dipirsin li ser sedema bêçalakiyê li hemberî standina dozgeriyên yasayî ji bo sizadana tawanbaran.

Li dema ku em tekez dikin ku nêzîk wê fayilên dokumentkirina binpêkirinan bigehin li ber destê edalatê, hevdem tekez dikin ku nêzîk dê hemû aliyên navdewletî û Rûsiya jî di nav de dê piştgiriya girêbesteke amadekirî bikin, û ji niha û heta wê gavê em gaziyê li ser hemû penaberên Sûriyê dikin ku sikaleyên bidin dozgeriya dadgehên diasporan li dijî rayedarên rejîmê ligel girûpên parêzerên sûrî wek Enwer el-Bunnî û Mazen Derwêş, Hokan û parêzerên din jî, herwiha em bang li hemû hemwelatiyên sûrî dikin ji bo dokumentkirina qeyd û datayên girtiyên Sûrî dikin li nik me û dezgehên têkildar wek Xaça Sor ya navdewletî û Tora Sûrî ya mafên mirovan û yên din.

Em hewldanên ji aliyê Tirkiyê û Netewên Yekbûyî û Xaça Sor li Astana bi bilindî dinerxînin, ku bûn fakterê peydabûna nêzîkbûnekî bi Rûsyayê re ji bo neçarkirina rejîmê li ser qebûlkirina vê dozê li gor binemayên yasa navdewletî ya mafên mirovan ya taybet bi parastina kesan ji riftarên hikûmetên stemkar, û ji bo çareserkirina pirsgirêka li danûstana bi awayên pêguhertin red dike li gor hikumên yasa mirovî ya navnetewî; bi awayê ku rêjîmê û hevalbendên xwe, kesên hatine binçavkirin bi çalakvanên aştiyane didin nasîn ne bi terorîst yan bi dîlên şer; di dema ku koma dewletên dost ji bo piştgiriya pirsgirêkên ji bo serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenivîsên   windayan û gihandina termên qurbaniyan, hevdem rejîm bi xeyala xwe hewl dide bi awayekê lez mirina bi hezaran girtiyan qeyd bike, ku bi vî awayî xwe bi xwe tometbar dike, û tawanên nû li deftera xwe ya xerab zêde bike;

Herwiha em helwesta Fransa, Îngilistan, Almanya, Tirkiye, Amerîka, Qatar, Liechtenstein, Erebîstana Siûdî û welatên din jî derbarê rewşa girtiyan û qeydkirina mirina bi hezaran girtiyan bilind dinerxînin;

Bi bîr tînin ku rejîm pabend nebû ligel civaka navnetewî li Cenevrê yan li Astana ji bo serbestberdana girtiyekê yan girtiyekî, li beramber hevkarîya wê û milîsên Îranê û danûstandinên wan ligel bereya El-Nisra gelek caran li ser pêguhertina girtiyan;

Em tekez dikin ku hê jî rejîm bi awayekî sîstematîk radibe bi girtinên nû û bi îşkence û azardana kesên hatin binçavkirin, û ku hêjî bi sedhezaran çalakvan û kesên sivîl aştiyane di girtîgehan de bêseruşûn dike, û ku divê ew bê pêguhertin wan serbest bike li gor binemayên yasa navnetewî û mafên mirovan;

tirsa me li ser girtiyên mayî zêdetir dibe; lewra em bang li hemû aliyênncivaka navnetewî dikin ji bo standina tedbîrên lezgîn û awarte ji bo parastina wan, wekî ku doza girtiyan dozeke serekî ye ji bo zêdetir ji pênc mîlyon kesî, ku jesukar û malbatên kesên hatin binçavkirin, û ji ber refleksên ne rizgar wan li ser piştgiriya hewldanên çareseriya siyasî û ku dibe gef li ser danûstandinên Cenevrê û Astana, û hewlên Netewên Yekbûyî ji bo avakirina aştiyê û aramiyê li Sûriyê û herêmê lawaz dike;

Li gor madeyên 3, 5 û 9 yên cardana gerdûnî ya Mafên Mirovan, ku mafê azadî û ewlehiya jiyanê dide mirov û rê digire li pêşiya binçavkirinên neheqî, îşkence û serederiya xerab;

Û madeya 7 ya sîstema Romayê ya dadgeha tawanên navnetewî, îşkence wek tawaneke dijemirov dibîne û herwiha tecawizê bi tawaneke dijemirov liqelem dide; ceza yan mehrûmbûn ji azadî fîzîkî wek binpêkirin li ser binemayên yasa navnetewî, bi tawaneke dijemirov li qelem dide;

Û madeya 8, kiryarên bi tawanên şer dinirxane, rê li pêşiya cezakirin û hikumkirina li ser her kesekî bi tenê bi riya darizandineke adîl li ber dadgehê bi rêk û pêk ji bo misogerkirina hemû garantiyên hiqûqî pêwîst.

Li gorî biryarên Konseya Ewlekarîyê yên 2042 (2012) û 2043 (2012) û 2139 (2014) û 2191 (2014) û 2254 (2015) û 2258 (2015) û 2268 (2015), û ji bo biryarên Civata Giştî ya 253/66 û 262/67 û 189/69 û 234/70 û, li ser bingeha qanûnên dewleta Sûriyê û peymanên ji aliyê Komara erebî ya Sûrî, wek li ser mafên siyasî û sivîl (ICCPR) û ya Peymana li dijî îşkenceyê û Peymana mafên Zarokan û ji bo madeya hevbeş 3 ji peymanên Cenevreyê de û li ser bingehê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan;

Ji ber belgeyên ji aliyê komîsyonê yên li ser tawanbarkirina rijêmê bi van hemû sûcên li jorê behskirî, em civaka navnetewî bi berpirsyariya wê agahdar dikin û hişyariyê didin li ser encamên têkçûna sînordarkirina binpêkirinan û bê cezakirina tawanbaran, û dixwaza pêkanîna van xalan dikin:

1- Damezrandina komeke fişarê ji welatên dost - di destpêkê de - pirojebiryarekê ji bo Konseya Ewlekariyê pêşkêş bike li gor forma peyama wergirtî ji bo standina tedbîrên lezgîn ji bo parastina xelkê Sûrî ji binçavkirina neheqî û jinwindakirina bi zorê û parastina kesên hatin binçavkirin ji îşkence û kuştinê.

2- damezrandina hevpeymanek navnetewî li Netewên Yekgirtî ji bo destêwerdana di nav sûriyê de li bin prensîbê parastina aştî û ewlehiya navnetewî.

3- standina tevdîran pêwîst ji bo parastina kesên hatine binçavkirin ji bo mudaxeleya bilez ji bo derbaskirina Xaça Sor ya Navnetewî û çavdêrên ji Koma kar û ji Netewên Yekgirtî bi lezgînî ji bo derbas bibin li nav girtîgehên veşartî û fermî û navendên binçavkirinê li Sûriyê.

4- neçarkirina rejîmê bi radestkirina termên qurbanan bo malbatên wan.

5- haydarkirina rejîma Sûrîyê ji pêkanîna karên nû yên îşkence yan kuştina girtiyan.

6- şermezarkirina kiryarên girtina neheq û wendakirin û îşkence, îşkence û kuştinê di girtîgehên rijêmê de.

7- neçarkirina rejîmê bi pabendbûna bin hikumên qanûnên dewleta Sûriyê di warê kontrola dadweriyê li ser hemû navendên binçavkirinê û weşandina raportên di vî warî de.

8- serbestberdana kesên hatine binçavkirin û aşkerekirina çarenivîsa kesên wenda û gihandina termên qurbaniyên, li gor xişteke demkî, destpê bike bi berdana jin û zarok, pîr û nexweşan bi awayekî bilez wek destpêkek ji bo avakirina baweriyê.

9- neçarkirina rejîmê bi rawestandina girtinên kêfî û tinekirina fizîkî ya tu li ser îşkence di girtîgehan de û cîhên binçavkirinê, û ji bo çalakirina çavdêrên serbixwe têkevim ji bo misogerkirina serederiya însanî ji girtiyan re.

Di dawiyê de, balê dikşînin ku Komîsyona Niştimanî ya karûbarên girtî û bêseruşûnan, bi biryara Hevbendiyê ava bû, bi awayekê pêşeyî û serbixwe kar dike ji bo parastina kesên hatine binçavkirin û winda li rex hemû aliyan li Sûriyê; û ji bo nûnertiya bike di warê navnetewî de, bi bikaranîna rêyên rewa ji bo rawestandina işkence wan û parastin û serbestberdana girtiyan, weke referanseke qanûnî ji bo pirsa girtîyên Sûriyê, bi hevkariya hiqûqnasên û rêxistinên mafên mirovan yên Sûrî û navnetewî, û hilgirtina daxwazên wan di nav sazî û heyetên opozisyonê de.

Komîsyonê rêzeyeke çalakî û hevdîtin û civînên Konseya Mafên Mirovan û bi nunerên ji welatên dost û rêxistinên serbixwe amade kiriye, û hejmarek yadaştnameyên nivîskî yên pêwîst ji bo Netewên Yekbûyî û rayedarên pêwendîdar û bi pey plana wê li gor bi pêkanîna erkên wê li gor mekanîzmayên taybet ji bo bar û ber bi armancên polîtîkaya xwe pêşkêş kirine.

Komîsyona Niştimanî ya Karûbarê gitî û bêserûşûnan

30 tebax 2018

 

Home Agahî Êş û Azarên Gitiyan û Mirina bi Hezaran bi Îşkenceyê di Girtîgehên Esed de û Berpirsyariya Civaka Navdewletî li Hemberî vê Yekê