Ji ber berdewamiya rejîma Esed di işkrncekirin û binçavkirina çalakvan, û piştgiriya malbatên kesên bêserûşûn û binçavkirî di girtîgehên rijêmê de, duhî roja pêncşemê ji aliyê “Tevgera Malbatên ji bo Azadiyê” xwenîşandanek bi helkefta roja navnetewî ya qurbaniyên windakirina bi darê zorê, li bajarê Ma’ert El-Ni’hman li başûrê bajarê Idlibê hat lidarxistin.
Ji aliyê xwenîşanderan ve hin pankart hatin bilindkirin, li ser wan hatibû nivîsandinhinek “Em azadiyê ji bo hemû girtiyan dixwazin ” û “azadî ji bêserûşûnên bi zorê re li Sûriyê ” û “piştgirî bi malbatên qurbaniyên girtîgehan re”.
Ji aliyek din ve, kordînatora “tevgera malbatên ji bo Azadiyê”, ji ajansa Smart ya medyayê re got, ew bi vê xwepêşandanê rabûn ji bo bibîranîna kesên hatine binçavkirin di girtîgehên rejîmê de û daxwaza serbestberdana wan û şermezarkirina kuştina girtiyan di bin îşkenceyê de.
Di heman çarçoveyê de, Komîsyona Niştimanî ya karûbarên girtî û bêseruşûnan, duhî li bajarê Stenbolê, kongirekî rojnamevanî derbarê rewşa mirinê di bin îşkenceyê di girtîgehên Esed de û berpirsiyariya civaka navneteweyî di ber vê yekê de lidar xistibû.
Komîsyona Niştimanî ya karûbarên girtiyan bang li civaka navnetewî kir ji bo bi erkên xwe rabe, nemaze piştî pêkanîna tawankariyan bi destê rejîmê hat piştrastkirin, û komsîyonê hişyarî dan li ser encamên têkşikestina hewlên bidawîkirina tawankariyan û sizanekirina tawanbaran, û bang li hemû aliyên civaka navdewletî kir ji bo standina tedbîrên lezgîn û awarte ji bo parastina girtiyan.
Di daxuyaniya komîsyonê de çend pêşniyar hatin, di nav de: standina tedbîrên pêwîst ji bo parastina kesên hatine binçavkirin, û mudaxeleya bilez ji bo derbasbûna Xaça Sor ya Navnetewî û çavdêrên ji Koma kar û Netewên Yekgirtî bi lezgînî li nav girtîgehên veşartî û fermî û navendên binçavkirinê li Sûriyê.
Û haydarkirina rejîma Sûrîyê ji bo bikarneanîna îşkenceyê û kuştina girtiyan, û neçarkirina wê ji bo radestkirina termên qurbaniyan bo malbatên wan, û şermezarkirina kiryarên girtina neyasayî û wendakirin û îşkence û kuştinê di girtîgehên rijêmê de.
Û neçarkirina rejîmê li ser pabendbûna bi qanûnên dewleta Sûriyê di warê çavdêriya dadweriyê ji hemû navendên binçavkirinê re, û weşandina raportên di vî warî de, û serbestberdana kesên hatine wendakirin û aşkerekirina çarenivîsa kesên bêserûşûn û serbestberdana jin û zarok û pîr û nexweşan bi awayekî bilez, wek destpêkek ji bo avakirina baweriyê.
Û neçarkirina rejîmê li ser rawestandina girtinên kotekî û darvekirinê û îşkenca di girtîgehan û cîhên binçavkirinê de, û bihêlin çavdêrên serbixwe derbasbin ji bo misogerkirina serederiya însanî bi girtiyan re.
Tê zanîn, ku 21’ê berfanbara 2010’an Komîta Giştî ya Netewên Yekbûyî rêkeftina Parastina kesan ji wendakirinê pesend kir, herwiha biryar hat standin bi destnîşankirina 30’ê tebaxê ji her salê wek roja navnetewî ya qurbaniyên windakirina bi darê zorê, û her ji sala 2011’an ve ev roj tê bibîranîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê