Roja pêncşemê 30 tebaxê şandek ji desteya serokatiya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS serdana nivîsgeha rêxistia Aşûrî ya Dîmuqrat li bajarê Qamişlo kir.
Şanda ENKS ya ji Siûd Elmele , Fêsel Yûsif , Nimet Daûd û Ebdulsemed Xelef Biro pêk dihat , ji hêla Gabreyêl Mûşê, Daûd Daûd, Hena Hena û Qiryaqis Gewriye hat pêşwazîkirin.
Derbarê vê serdanê Ebdulsemed Xelef Biro endamê desteya serokatiya ENKS ji malpera me re diyar kir ku “Ev serdan ji rêxistina Aşûrî re hat piştî bûyerên dawî li bajarê Qamişlo û bi taybetî girtina dibistanên Siryanan“.
Biro ragihand ku piştî danûstendinê di navbera herdû aliyan de, helwestên ENKS û rêxistina Aşûrî pir nêzî hev bûn, û herdû aliyan tekezî li ser aramiya herêmê û pêwîstiya parastina jiyana hevbeş kirin.
Tê zanîn ku welatiyên Xirstiyan li bajarê Qamişlo berî çend rojan xwepişandanek li dar xistin, weke karvednekê li ser girtina dibistanên Siryaniyan ji hêla PYD ve.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê