Çavdêrên xwecihî dibînin ko danûstandina dezgehên ewlehiya rêjîma Esed û hêzên wê yên leşkerî bi sivîlan re wek ya çete û mafyan e, ko li rêbendan pere û bacên ji 1000-1500 lîreyên Sûrî feriz dikin.
Çalakvanan destnîşan kir ko hêzên rêjîmê bacê li ser turumbêlên sivîlan û bazirganan wek hev feriz dikin, û aşkere dixwazin, û kesên nadin nahêlin ew derbas bibin.
Di vê derbarê de jêderan ji acansa Simart re tekez kir ko ew rêbend gelek peran ji xelkê werdigirin, û li navbera gund û bajaran in, wek : Tisîl, Sehem Elcolan û Dail û hinên din.
Jêderên xwecihî diyar kirin ko kesê di bêtir ji rêbendekê re derbas bibe; divê bide her yekê cuda ji ya din , bêtir gotin ko dibe pere bigehên 5000an û bêtir jî.
Berê jî hêzên rêjîma Esed bacin zêde li ser derbiderên ko bi terektoran ji parêzgeha Idlib hatine herêmên xwe yên li jêr kontrola rêjîmê di rêbuhêrka Ebû Elzuhur re ya ko Rûsya ew vekiriye, û gelek pere ji wan standine.
Hevrêzkarên hawarhatinê li bakurê Sûriyê ji dezgehên ragehandinê re tekez kirin ko hêzên rêjîmê bac li ser derase û alavên çandiniyê û barhilgiran feriz kirine, û baca yek deraseyê gihaye milyonek lîreyên Sûrî, û teraktor 500 hezar, û barhilgira orte 600 hezar, her weha baca keriyên pez serê ajalekê gihaye 1500 lîreyên Sûrî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Simart