Sunday, May 11, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Xwenîşandan ji bo Redkirina Daxuyaniyên De Mistura û Êrîşên Çaverêkirî yên Rûsiya li ser Idlibê

August 31, 2018
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 3 mins read
A A
Xwenîşandan ji bo Redkirina Daxuyaniyên De Mistura û Êrîşên Çaverêkirî yên Rûsiya li ser Idlibê

Îro li roja înê çend xwenîşandan li parêzgehên Idlib û Helebê derketin li dijî axaftinên nûnerê Netewên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê, Staffan De Mistura, û herwiha li dijî amadekarî û propagandaya rejîma Esed û hevalbenda wê Rûsiya, ya li ser pêkanîna oparesyoneke leşkerî li dijî bakurê Sûriyê.

Xwepêşandan ji aliyê çalakvanan ve li zêdetir ji bîst xalan li navçeyên Idlib û Helebê derketin, û ala şoreşê ji aliyê xwenîşanderan hat bilindkirin, û dan zanîn ku ew li ser armancên şoreşê û xebata xwe berdewam in heta serketinê, bi gotina sloganên li dijî daxuyaniyên De Mistura, wek: “De Mistura Heleb firot û rê li ber bi Idlib vekir”.

Xwenîşandan hatin yekser piştî daxuyaniyên De Mistura yên dawîyê, ku wî gotibû divê korîdoreke însanî ji bo derkrtina nêzîkî çar milyon sivîlên parêzgeha Idlibê dabîn bibe, û ev daxuyanî bi vî awayî dibe fakter ji bo valakirina herêmê, û temamkirina plana rejîmê ya ji bo koçberiya bi darê zorê û guhertina demografî.

Xwenîşanderan ragihand, ku de Mistura bi awayê ne şermezarkirina rejîma Esed û bikaranîna wê ji çekên kîmyayî re 216 caran li navçeyên cuda cuda, careke din propagandayê dike ji bo gefa bikaranîna çekên kîmyayî li Idlibê.

Ji aliyê xwe ve, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ehmed Remezan, li ser Twitter rexne li daxuyaniyên nûnerê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura girtin, ku di axiftina xwe de bal kişandiye li ser koçberbûna nêzîkî çar milyon sivîlî ji parêzgeha Idlibê, û daxwaza destjikarkêşana wî kiribû.

Remezan got ku De Mistura bikaranîna rejîmê 216 caran ji çekên kîmyayî re û herwiha kuştina 20 hezar kesên hatin binçavkirin di bin îşkenceyê de ji 95 hezar windayên bi darê zorê şermezar nekir, û niha behsa korîdora însanî ji bo derxistina sivîlan ji Idlibê dike, li şûna dîtina mekanîzmekê ji bo pêşîlêgirtina êrîşan.

Di vê çarçoveyê de, Konseya Îslamî ya Sûriyê di daxuyaniyekê de bang ji bo yekrêziyê kir, ji bo rûbirûbûna êrîşên Rûsan û El-Esed, û diyar kir ku ew kesê tevlî rêzên dijmin dibe yan jî hevpeymaniyê ligel dike û dibe destek ji bo berjewendiya dagirkerê biyanî, û ligel serbazên Esed tê şerê Idlibê, ew jî dibe wek serbazên Beşar El-Esed, û divê aliyên leşkerî yekrêz û hevkar bin dijî êrîşên Rûsiya û Esed.

Bajarê Idlibê kombûna herî mezin a mirovan li bakurê Sûriyê ye, piraniya xelkê wê di konan de dijîn, bi nebûna sadetirîn pêwîstiyên mirovî, û parêzgeha Idlibê ji çend hefteyan ve ketiye ber gef û êrîşên hêzên rejîma Esed û hevalbenda wî Rûsiya, hevdem ligel bêdengiya civaka navdewletî bi carekî li hemberî çarenivîsa nediyar ya xelkê sivîl, dema rejîm û Rûsiya dest bi êrîşan li ser parêzgehê bikin. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post
Hevbendiya Niştimanî Daxuyaniyên De Mistura Şermezar Dike û bi Berovajî ji Pabendbûnan Dibîne

Hevbendiya Niştimanî Daxuyaniyên De Mistura Şermezar Dike û bi Berovajî ji Pabendbûnan Dibîne

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.