Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku daxuyaniyên De Mistura riya vedikin ji bo pêkanîna tawanên çaverêkirî ji aliyê Rûsya û milîsên Îranê û rejîma Esad li dijî welatiyên sivîl li Idlibê, ku zengilê bobilateke mirovî lê dide ji ber hebûna 3 milyon mirovî li Idlibê ku nîveke wan xelkê koçber in.
Hevbendiya Niştimanî di Daxuyaniyeke xwe de daxuyaniyên nûnerê navnetewî De Mistura şermezar kir û bi gef û bi “şok” dît û got ku hatine “wek destpêk bo êrîşên Rûsya û rêjîmê li ser kesên sivîl li Idlibê”.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bang li Netewên Yekbûyî kir ku helwesteke vebir bide li hember van daxuyaniyên ku rê vedike ji bo pêkanîna tawanên çaverêkirî ji aliyê Rûsya û milîsên Îranê û rejîma Esad li dijî welatiyên sivîl li Idlibê.
Hevbendiya Niştimanî daxuyaniyên De Mistura wek rev ji pêbendbûnên NY û berevajî rola wê dît, ku divê çalak be, û divê bête serrastkirin ber bi erkên pêşîn ji bo parastina sivîlan û ne ji bo koçberkirin û talankirina wan be.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi germî xwenîşanderên îro li seranserê bajar û bajarokên Sûriyê silav kir, yên derketin ji bo diyarkirina nerazîbûna xwe li hemberî her êrîşeke Rûsiyan li dijî her bosteke axa welat, û bi tekezkirina piştgiriya xwe ya tekûz ligel Idlibê û taxên wê ji gefên rejîmê li ser êrîşkirina li navçeyê û koçberkirina xelkê xwe .
Hevbendiyê bal kişand ku xwenîşanderan bang ji bo yekitiya Artêşa Azad ya Sûriyê, û cext li ser daxwaza ji bo rûxandina rêjîmê kir û dubare bi tekezkirina piransibê şoreşê yên ji bo rûmet û dad û azadiyê û avakirina dewleteke demokratî ya sivîl, ligel redkirina gefên li Rûsya û rijêmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî