Tevgera ‘’Malbatên ji bo azadiyê ‘’ rawestaneke pirotestokirinê li çend welatên cîhanê rêkxistin kirine, bo balê bikişînin ser kêşeya girtiyan û kesên bi kotekî di zindanên Esed de hatine veşartin.
Rawestandin hatine di roja cîhanî de ya ji bo veşartiyên kotekî ya ko 30.08 ji her salê çêdibe, li çend welatan hate rêkxistin ji wan jî li Elbuqa li Libnanê û Gazî Entab li Tirkiyê û Deblen û Bodler li Emerîka û Viyena li Nemsa hem jî li Idlib hate rêkxistin.
Rojnameya ‘’ Ineb Beledî‘’ ya xwecihî diyar kir ko beşdarbûyên di rawestandinê de jin û zarokên girtî û yên hatine veşartin, hem jî çalakvanên biwara mafên mirovan, destnîşan kir ko beşdarbûyan ji civaka navdewletî daxwaz kirin ko bi berpirsiyariyên xwe rabe fişarê bide ser rêjîmê tako çarenivîsa girtiyên zindanên xwe aşkere bike.
Her weha wêneyên girtiyên xwe hildane û diruşmên azadîxwaziya wan, hem jî gul li xelkên dibuhirîn belav dikirin, ‘’ ji bo bîranîna çalakvanên aştîxwaz‘’.
Rojnanameyê gotina ‘’Xada’’ jina girtiyekî û yek ji beşdarbûyên rawestandinê guhast wê got: amanc ji van çalakiyan bo miletê xelkê nas bikin ko girtiyên li bal rêjîmê kesin aştîxwaz bûn destê wan bi xwînê sor nebûye, bêtir got: ji mafê me ye em çarenivîsa wan nas bikin.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan aşkere kir nîşandekin nû tekez dikin bo rêjîm berpirsa veşartina kotekî li Sûriyê ye û li gora hejmaran hejmara girtiyan di navbera adara 2011 û tebaxa 2018 gihaye 81hezar rewş.
Toreyê di raporta xwe de ya roja duşemê 27ê tebaxa borî de got rêjîma Esed xwe pirotesto kir bi hebûna veşartiyên kotekî piştî ko mikur hatiye bi mirina 836 kesan li hindirê zindanan, diyar kir ko guherîna rêjîmê ji navnivîsînên sivîl aşkere bû ko rêjîm destê wê di dehên hezaran ji operasiyonên revandinê heye.
Toreyê ew tişt nas kir ko kemperî kir navbera hejmara li bal wê ko 82hezar veşartiyên kotekî bi navên hatine di lîsta rêjîmê de ya vê dawiyê belav bûye.
Operasiyonên Eelmuqatee diyar kirin ko 77% ji rewşên rêjîmê vê dawiyê aşkere kirine li bal wan tomarkirî ne û 23% rewin nû ne berê nehatine belgehkirin.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî