Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi germî xwenîşanderên îro li seranserê bajar û bajarokên Sûriyê silav dike, yên derketin ji bo diyarkirina nerazîbûna xwe li hemberî her êrîşeke Rûsiyan li dijî her bosteke axa welat, û bi tekezkirina piştgiriya xwe ya tekûz ligel Idlibê û taxên wê ji gefên rejîmê li ser êrîşkirina li navçeyê û koçberkirina xelkê xwe .
Xwenîşandanên roja Înê derketin, bang ji bo yekitiya Artêşa Azad ya Sûriyê, û cext li ser daxwaza ji bo rûxandina rêjîmê kir û dubare bi tekezkirina piransibê şoreşê yên ji bo rûmet û dad û azadiyê û avakirina dewleteke demokratî ya sivîl, ligel redkirina gefên li Rûsya û rêjîmê.
Di çarçoveya van gefên ji aliyê nûnerê navnetewî De Mistura ew daxuyanî şoke û şermezarkirî û hatin ragihandin ji bo ku bibe destpêk bo êrîşên Rûsya û rêjîmê li ser kesên sivîl li Idlibê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bang li Netewên Yekbûyî dike ku helwesteke vebir bide li hember van daxuyaniyên ku rê vedike ji bo pêkanîna tawanên çaverêkirî ji aliyê Rûsya û milîsên Îranê û rejîma Esad li dijî welatiyên sivîl li Idlibê.
Îro xwenîşandanên xelkê Sûriyê derbirînê ji ruhê şoreşa sûriyê û rûyê wê aştiyane û sivîl dike, hevdem ku helwest û daxuyaniyên De Mistura wek rev ji pêbendbûnên NY û berevajî rola wê tê dîtin, ku divê çalak be, û divê bête serrastkirin ber bi erkên pêşîn ji bo parastina sivîlan û ne ji bo koçberkirin û talankirina wan be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê
31 tebax 2018