Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro roja sêşemê, ajansên ragihandina Îranê (hin girêbest) di navbera rijêma Îranê ya dagîrkar û desthilata Bişar Esed de eşkere kirin, ji wan dirustkirina toreka pêwendiyan û lîmaneke neftê, di hewlekê de ji bo derbaskirina pilanên zêdetir yên eşkere yên bi armanca dizîn û talankirina xelkê Sûriyê, û dabeşkirina paran li ser çete û milîsên terorîst yên Îranê li Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî van (girêbestan) şermezar dike û hevdem bi navê xelkê Sûriyê tekez dike ku ew cihê şermezariyê ne û nayên pesendkirin dibin hîç bar û nîrekî de, û tekez dike ku ev binpêkirinin din in ji serweriya Sûriyê re, û hewleka bo xelatkirina hêzên dagîrkaran e, û bidestxistina destkeftan ji ber pişkdariya wê di rijandina xwîn û şikandina îradeya xelkê Sûriyê de.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
17 çilê paşîn 2017