Duhî firokên rijêma Esed û Rûsiya dagîrkar kuştarek li taxa Elî’mal li Dêrazorê pêkanîn û têde 5 zarok hatin kuştin.
Û hin çalakvanan bal kişandin li ser wê yekê ku bombebarankirina li ser taxa Elî’mal ya bi firokên şer hat pêkanîn û têde bidehan sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn birîndar bûn, û hin taxên din yên bajêr bi bombeyên weşî û mûşekên valakirinê hatin bombebarankirin.
Herwiha duhî li gundê E’nîq Bacira li gundewarê rojhilat yê Hemayê, kuştarek hovane ji aliyê firokên şer yên Rijêmê hat pêkanîn, û têde xêzanek ji dayîkekê û çar zarokên xwe pêk dihat hatin kuştin.
Li aliyek din li bajarokê Kefr Heleb, 3 sivîl şehîd û bi dehan birîndar ketin bi bombebarankirina firokên rijêma Esed û Rûsiya, hevdem ligel topbarandina navçeyê bi dijwarî.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê