Di roja 20an de ji agirbestê, doh, Firokên Rêjîma Esed bêtir ji 25 êrîşên asmanî birine ser gundên Wadî Bereda, û herdu gundên Eyn Elfîcê û Dêr Miqrin bi dehên bermîlan û mûşekên valahî amanc kirine, û hêj hêzên rêjîmê û milîtanên mezhebperest peymanê binpê dikin.
Her weha operasiyonên kuştina bi segmanan ji hêla hêzên rêjîmê û milîtanên piştgirya wan dikin berdewam in, û tevgerê li gundên herêmê pûç dikin. Û berî pêşde herin, pêşiya xwe bombebaran dikin, ji tewera Eyn Elxedra bi bal gundê Eyn Elfîcê ve, bi amanca ko tiştê mayî ji bargeha Kaniyê kontrol bikin.
Her weha şoreşgeran li Wadî Bereda li himber hewildanên hêzên rêjîmê derketin, di encamê de 10 leşker kuştin û 20 jî ji hêzên rêjîmê birîndar kirin. Her weha şoreşgeran tangek û du faytonên şîlka sotandin û du tang li ber dergeha gundê Eyn Elfîcê têk birin.
Berdevkê Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ferhan Heq, got ku Netewên Yekbûyî nîgeran e ji raportên der barê êrîşên dijî Tîma kar ya sexbîrî û amadekirina alavên bargeha avê li Wadî Bereda, hem jî kuştina endamekî komîta lihevanînê , ku bû sedema rawestana karê komîtê.
Berdevkê navnetewî destnîşan kir ko “tîma teknîkî ya ko ji Heyva sor ya Sûrî û desthilatdarên avê ne, amade ne ji bo careka din derbasî herêmê bibin, dema rewşa ewlekariyê baştir bibe, da karûbarên xwe cîbicî bikin.”
Netewên Yekbûyî dibêje ku bêtir ji 40hezar sivîlî hêj li Wadî Bereda ne, û ji encama bombebara bi çekên giran, bi sedan cihê xwe berdane. Her weha bombebarankirina bargeha ava Eyn Elfîcê bi bermîlên teqîner qeyrana avê çêkir, û çar milyon Sûrî li Şama paytext ji avê bêpar man.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê berdewamkirina milîtanên Esed di kuştaran de li Wadî Bereda pirotesto kir, û Hevbendî tekez dike ko gerek aliyên garantîker ji peymanê re beraber çi binpêkirinê, bi berpirsiyariya xwe rabin, ji wan jî ko milîtanên hizbulaha tirorist serokê şanda danûstandinan ji bo kesên dorpêçkirî Lîwayê malneşîn li Wadî Bereda Ehmed Elxedban kuştin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ko jidil kar bikin ji bo rawestandina êrîşên rêjîmê û milîtanên tiroristên Îranî û binpêkirinên wan ji biryarên navdewletî re, û fişareke rastî bikin da bizavê bike tako li pêvajoya çareserkirina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê1 û biryarên Encûmena Ewlekariyê yên têkildar vegerin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans