Mirovên min ên Sûrî li her deverê
Silav xweda li we be
Gerek niha em li Erbistana Sûdî bana, da me rêwresmên Hecê pêkanîbana, yan li gel hev bana cejna Qurbanê li hev pîroz bikira, lê mixabin ji ber metirsiya Korona ev tev pêknehatin, em hêvîdar in ji yezdan ku dawiya vê nexweşiyê bîne.
Ez cejna Qurbanê li we tevan pîroz dikim, ji Yezdan dixwazim ku rojên tên bi xêr bin ji Sûriyan û tevaya wan di xweşiyê de bijîn.
Di van rojên pîroz de ku em cejnê pêşwazî dikin, pêwîste em li hember astengiyan bi yekdestî rawestin, da ku em van rojên zehmet derbas bikin bi kêmtirîn ziyan.
Di destpêkê de ez xwedanê cilê gewir hevkarên xwe di warê tenduristiyê de sipas dikim, li ser karê wan ê mezin di vî nîrê awarte de li dijî belavbûna veyrûsa Korona, ji ber wan qurbaniyên mezin danîn li hunderê welat û li welatên koçberiyê.
Mirovên min ên hezkirî, ji Qamişlo ta Quneytira li her deverên Sûrî ez hêvîdar im ku hûn alîkar bin li gel bijîşkan û bi rênimayên parastina ji Korona pabend bin û wan paşguh nekin, ji ber ku baweriya me bi rêjîmê û milîsên bi ser ve nayê, lewra yekê li xwe miqate bin û xwe biparêzin.
Roj bi roj ji me re tekez dibe ku ev rêjîm tewankar e û guh nade Sûriyê û tekez dibe ku ew mezintrîn dijminê Sûriyê ye.
Di dema ku cîhan tev mijûle bi şerê vî veyrûsî, û rikberî li deverên rizgarkirî bi parastina welatiyan daketiye, hîn jî rêjîm tu guhdanê nake, di tewanên xwe de berdewam e, û gelek deveran topbaran dike, bi taybet dezgehan û deverên istatîcîk, ji bilî anîna wî ji milîsên Îranî û çeteyan re, ên ku hejmara nexweşên korona di nav wan de pir mezin e, û dibin sedema sereke ji hatina veyrûs re bo Sûriyê û belavbûna wî di nav parêzgehan de.
Li vê derê dixwazim ku bînim bîra Cîhanê tevî ku bi dehhezaran girtiyên siyasî di zindanê Rêjîmê de hene, ev girtî kes û karên me ne, û heye ku ew ji her kesî bêtir bi vê vîrûsê bikevin û tûşî wê bibin ji ber ku tu pêdiviyên tenduristiyê li cem wan peyda nabin, û doseya wan weke kaxeteke danûstendinê tê bikaranîn, ev ne bi pîvanên mirovî nejî exlaqî nayê qebûlkirin, û hedem Netewên Yekbûyê dosya wan a mirovî destnîşan dikir, û divê ev dosye di ser danûstendinê re be.
Îro li gel we diaxvin, di dema ku em li ser riya Azadiyê ne, û rêjîma stimkar berdewame ku rojane binpêkirinan derheqê Sûriyan de pêktîne, û civaka Navdewletî tu livê nake û bi berpirsayariyên xwe rananbe.
Em mezinbûna berpirsayetiya xwe dibînin, em zanin ku çi xabata me kiribe nagihêje asta qurbaniya ku gelê me pêşkêş kiriye.
Bi saya Yezdanê Dilovan emê hemû karînên xwe pêşkêş bikin , û me dest pê kiriye ku karê dezgehî bihêzbibe di nava Şoreşê de, û em têkiliyan dikin li ser hemû astan da moralan bilind bikin.
Û emê li ser vê riyê berdewam bin, di warê pêşxistina karê hikûmeta Sûrî ya Demkî û Artêşa Netewî, û di warê xizmetguzariyê û xizmetên leşkerî û tenduristî û siyasî de.
Em hewcedarî keda hemû Sûriyan in, her kes li gor karînên xwe, da ku di gemiya Şoreşê de ber bi perava azadî û rûmet û aramî û dadweriyê de diçin, da ji sitemkariyê azad bibin û koçberan li warên wan vegerînin, tewanbaran ji dadgehan re pêşkêş bikin.
Em pişta xwe bi Yezdanê Dilovana rast dikin, paş re bi viyana gelê Sûrî, û ji vê yekê me dest bi têkiliyê li gel hemû hêzên şoreşê kir, emê wan têkiliyan li gel hemû layan bihêztir bikin, her weha bi serkirdeyên civaka sivîl û çalakvanan û rojnamevanan re.
Qunaxa tê pêwistiya wê bi beşdariya hemû Sûriyan di tevgera Şoreşê de heye, ew tevgera ku di 2011 de destpêkir, em dixwazin rewşeke rêxistinî ya nû jê re ava bikin, keda xwe bikin yek da em bighêjin Sûriya nûjin.
Em guhdaneke mezin didin Hikûmeta Sûrî ya Demkî, herweha encumanên xwecihî û rêxistinên civaka sivîl yên li gel wê kar dikin, û hemû saziyê cîbicîkar, em dixwazin bi karê xwe rabin, û hewil didin karînên diravî ji wan re peyda bikin da karê xwe berdewam bikin.
Îro em Hêzên Niştimanî yên Sûrî silav dikin, hewil didin ku em karîna wan bihêz bikin , karê polîsan baştir bibe, li gel metrsî û gefên ku em li gelek deverên Sûrî û ji gelek aliyan rastî wan tên.
Di dema dawî de li ser asta Navdewletî em xebitîn û me tekez kir ku pêwîste civaka Navdewletî kar bike da kirîza Sûriyan bi dawî bike.
Em lav û duayan ji xwedayê dilovan dikin ku me tevan ji bo xweşiya Sûriyê biser bixîne, bi hêviya ku cejna me ya dahatî li sûriyê be, her devera wê ji rijêma stemkar û tewankar her weha ji dewletên pişgiriya vê rijêma tewankar dikin û ji rêxistinên terorîstî û cudaxwaz ên ku hewil didin ewlekarî û hêviyên me têk bidin azad be.
Cejna Qurbanê li we pîroz be
Her sal bi xweşî be.