Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez dike ku piroseya derxistin û koçberkirina sivîlan ji xanî û bajarên wan, bi çi bihaneyê be, binpêkirinek eşkera ye ji rêkeftina agirbestê re, û dirêjîpêdana pilangeriya guhertina demografîk e, ya rijêma Bişar bi şêweyek rêbazkirî dike, her weha ew tawanek dijî mirovahiyê ye.
Hevbendiya Niştimanî neçarkirina xelkê Wadî Bereda ji bo ji navçeyên xwe koçber bibin, di bin gefa birçkirin û dorpêçkirin û tepesriyê de,ya ji aliyê Rijêmê û milîsên terrorist dibe şermezar dike. û tekez dike ku ew milîsên ji bo kuştina miletê Sûriyê derbas bûne, divê bê veger ji axa welat bar bikin,.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza standina biryarekê li bin benda heftan ji Encûmena Asayîşê dike, ku têde sercem kiryarên kuştin û dorpêçkirin û koçberiya neçarî bêne rawestandin, û herwiha hemû alî bêne neçarkirin li ser rêzgirtina agirbestê û vekişandina hêzên dagîrkar û milîs û çeteyên mezhebperistên terorîst ji Sûriyê, û ji bo bibe fakter ji bo çareseriya siyasî, ku têde armanc û mafên gel yên ji bo dadmendî û rûmet û azadiyê misoger bibin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
30 çilê paşîn 2017