Çalakvanin Sûrî ji hindirê kampa Ersal ya Libnanî, haştagek bi navnîşana “E’rsal û kampên wê di nav mirin û bahozê de ne” belav kirin, da derdên xelkên Sûrî li kampan ji ber koçkirinê û tunebûna Rêkxistinên navdewletî û kêmbûna heyberên bijîşkiyê ji Cîhanê re aşkere bikin.
Doh bahozeke berfbarînê da ser kampên penaberên Sûrî li bajarokê Ersal, yê li ser sînorê Libnanê ko li dora 70hezar penaberên Sûrî lê hene, piraniya wan ji herêmên Elqisêr û yên Elqelemona rojava yên ko ji hêla milîtanên hizbulaha tirorist û hêzên Beşar ve dagîrkirî ne.
Çalakvanan tekez kirin ko ev bohoza sêyemîn e di werzê zivistana îsal de, û ya herî bi hêz û serma bû. ji roja înê destpêkir, û xurt bû heta ko bilindbûna berfê di nav çadiran de giha 70 sm.
Çalakvanê ragihandinê Tair Elqelemonî ji “Toreya Şam ya nûçeyan ”re got ku bahozê destpêkir û çi rêkxistinên mirovî û yên hawarhatinê li bajarok tune bûn. Û sotemenî li rex Penaberan kêm e, û destnîşan kir ko bi sedema kombûna berfê û berdewamiya bahozê sê çadir bi ser serê xwedanê xwe de ketin.
Elqelemonî hişyarî da ko eger bahoz berdewam bike, wê bi sedên malbat û zarokan têkevin metirsiyê, û wê bobelateke mirovî ya rastîn çêbibe. Daxwaz ji rêkxistin û komelên hindirê bajarok kir ko bilez tevbigerin û alîkariya bi dehên malbatan bikin, ew ên ko wê li kolanan bimînin eger alîkariya wan nebe. Daxwaz ji hemû rêkxistinên navdewletî û mirovî kir, da jiyana penaberên ko piraniya wan ji mazota zivistanê ya ko Netewên Yekbûyî her sal pêşkêş dike bêpar mane rizgar bikin.
Her weha berdevkê desteya Şoreşê yê bajarê Yebrûd Ebû Elcûd Elqelemonî got: rojane me bang li rêkxistinên navdewletî û Netewên Yekbûyî dikir, ji bo kesên ji pirogramê Netewên Yekbûyî hatine derxistin vegerînin, û çendîn malbat hewcedarî alîkariya lezgîn in, û çend rewşên têkçûna çadiran hetine tomarkirin, û çend rewşên hestîşikestinê û rewşên girîpê û piraniya wan ber bi nexweşxaneyên Ersal de hatine şandin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî û dewletên Erebî bi taybetî kir ko bi berpirsiyariyên xwe rabin ji bo penaberên Sûrî li dewletên hawîrdor.
Hevbendî dibîne ko gerek dewlet dijî tiştê tê serê penaberên Sûrî li Ersala Libnanî rawesrin, û daxwaz kir ko helwesteke Erebî û herêmî ya dirist û jidil bistînin, ji bo tiştê ko tê serê penaberan bi sedema bahoza berfê û serma dijwar ya ko wê jiyana penaberan di rojên dahatî de têke metirsiyê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî/Toreya Şam