Hevbendiya Niştimanî neçarkirina xelkê Wadî Bereda ji bo ji navçeyên xwe koçber bibin, di bin gefa birçkirin û dorpêçkirin û tepesriyê de binpêkirina agirbestê dibîne, û daxwaza standina biryarekê li bin benda heftan ji encûma asayîşê kir, ji bo rê li pêş cêbicêkirina pilanên Rijêmê bigire.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de got ku “neçarkirina xelkê Wadî Bereda ji bo ji navçeyên xwe koçber bibin, di bin gefa birçîkirin û dorpêçkirin û tepesriyê de,ya ji aliyê Rijêmê û milîsên terrorist dibe şermezar kir. û tekez kir ku ew milîsên ji bo kuştina miletê Sûriyê derbas bûne, divê bê veger ji axa welat bar bikin”.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza standina biryarekê li bin benda heftan ji Encûmena Asayîşê kir, ku têde sercem kiryarên kuştin û dorpêçkirin û koçberiya neçarî bêne rawestandin, û herwiha hemû alî bêne neçarkirin li ser rêzgirtina agirbestê û vekişandina hêzên dagîrkar û milîs û çeteyên mezhebperistên terorîst ji Sûriyê, û ji bo bibe fakter ji bo çareseriya siyasî, ku têde armanc û mafên gel yên ji bo dadmendî û rûmet û azadiyê misoger bibin.
Jêder: Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî