Filmê ” Dawîtirîn Zilamên Li Helebê Mane” yê kar û xebata “Xudanê Kumên Sipî” li Sûriyê belge dike, bi xelata filmên dîkomîntî yên biyanî li mihrecana “Sandans” ya Amerîka hat xelatkirin.
Û filmê bi serpirştiya derhênerê Sûrî “Firas Feyad” û “Stîn Yohansin”, behsa xebata sê peyayên xwebexweşên Berevaniya Sivîl li Sûriyê “Xwedanên Kumên Sipî” dike, ku ji neçarî dibin qehreman bi sedama şerê şeş salan yê Rijêma Beşar li dijî gelê Sûriyê, û nemaze êrîşa leşkerî ya li ser bajarê Helebê, û dibe sedema valakirina bajêr ji akinciyên wê yên resen, di çarçova kiryara koçberiya neçarî û guhertina demografîk de, ya tê pêrewkirin ji aliyê Rijêmê û milîsên Îranê.
Ji bilî vî filmî jî, pirsa Sûrî bi balkêşî amade bû di rojeva mihrecana îsal de, ligel çend filmên din mîna filmê “city of ghosts” (bajarê cinaweran) ku li ser çîroka çalakvanên tora “Reqa Bêdeng Tê Serjêkirin” bû, ku tê de hin çalakvan jiyana xwe têxin di metirsiyê de ji bo belgekirina tawanên rêxistina DAIŞê, û filmê “Kries from Syeia” (qîrînin ji Sûriyê), yê derhênerê Amerîkî “Yifgînî Afîniviskî) yê li ser xwepêşandanan bû, yên ji bo rûxandina desthilata Beşar yên di destpêka bihara Erebî de li dar kitin.
Û komîta nirxandinê li ser serkeftina wî belgefilmî got:”bêgoman filmekî cuda û ciyawaz bû ji filmên din. Em hildan û firandin û di cih de em berdan. Karekî tekûz bû, huner û hêz û derhênana sînemagerî tev de têde hebûn”, û çîrok cihê baweriyê bû, li ser qehremaniyê di baredox û jiyanek zehmet û dijwar de bû, û li ser dilovaniyê û mirovatiyê û mêraniya bêhempa bû, ev karê hêja, wêrekî û nebezî û xweragrî li xwe digirtin, qehremaniya bav û bira û dostan, yên Sûriya li rex wan li pêş her tiştekî ye diyar dikir”.
Tê zanîn ku rêveberiya Mihrecanê derhênerê Sûrî Telal Dêrîkî xelat kiribû, piştî ku pileya yekemîn bidest xistibû, li ser filmê “vegera li Himusê” li sala 2014 an.
Tê zanîn ku mihrecana “Sandans” sala 1985 an destpê kiriye, ji bo rawestandina zalgeha stodiyoyên Holiyodê li ser vî kertî bi afrandinên nû, ku têde roniyê têxin li ser karê sînemakarên girûpên sînemayê yên biçûk.
Jêder: Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî / Wekalat