Nûneritiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî Kurdî, Rûniştenek ya “Maseya girover” li bajarê Bûxim ê Elmanî roja 29.01.2017an bi amadebûna çendîn nivîskar û rewşenbîr û mafnas û yên guhdanê li mijara siyasî giştî dikin lidar xist.
Serokê Nûneritiyê Rêzan Şêxmûs li ser amanca ji Maseya girover û giringiya wê axivî, di gengeşeya li ser babetên çarenivîsî yên ko bi taybetiya miletê Kurd û kêşeya wî li Sûriyê ve girêdayî ne.
Û ji tewerên ko li ser Maseya girover hatin pêşkêşkirin, û têde sûde ji nerînên kesên amadebûyî hat wergirtin ev bûn:
– Rewşa Sûrî ya giştî piştî kongirê Estane.
– Pêşveçûnên bilez ên bûyer û serbûriyên ko li herêmên Kurdî li Sûriyê dibin, û kêşeya Kurdî di nîrên nû de.
– Tunebûna çi asoyî ji bo çareserkirina siyasî Kurdî li Sûriyê
– Çi ji Encûmena Niştimanî Kurdî tê xwestin û bi taybetî em li pêşberî kongirekî nû yê Cinêv ne piştî ko ji kongirê Estane xilas bûn.
Di gengeşeyê de li ser giringiya karê şanda Encûmena Niştimanî Kurdî û çêtirkirina wê di çarçoveya şanda Opozisyona Sûrî de li Cinêvê û li hemû kongirên navdewletî, tako nûnerên rastîn yê miletê Kurd bin, wekû pêkhatiyekî sereke ji pêkhatiyên miletê Sûrî, û hem jî rola wî di çi kongirên navdewletî de ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê hebe, û bidawîanîna rijîna xwînrêj li Sûriyê û avakirina dewleta Sûrî ya nûjen li ser bingehên dewleta dîmuqratî û piralî û hevgirtî û hevbeş, û ev dewlet ji hemû pêkhatiyên xwe re bêalî be, û Sûriya ji hemû Sûriyan re be.
Kesên amadebûyî di axaftinên xwe de tekez kirin ko giring e şanda Kurdî karibe mafê miletê Kurd cîbicî bike, û karibe hemû mafên xwe yên netewî li gora peyman û pîvanên navdewletî yên ko taybetî miletê Kurd û paşeroja wî ne pêkbînin.
Û kesên amadebûyî di gotinên xwe de tekez kirin ko çareserkirina durist ji qeyrana Sûriyê re rêjîma fîderal e, wek sistemeke siyasî di navbera navend û pêkhatiyên Sûriyê de, û wek çareserkirina kêşeya miletê Kurd li Sûriyê.
Her weha amadebûyan tekezî li ser giringiya ko Encûmena Niştimanî Kurdî xwedan pirojeyekî tekûz be kirin, wek belgehe-nameyeke fermî ji bo çareserkirina kêşeya Kurdî li gor derbirrîna daxwazên miletê Kurd yên azadî û rizgarkirinê , û mafê hemû bijarteyên yasayî û siyasî û çandeyî di heye, Ji bo di daraştina pirojeyê dawî de beşdar bibin.
Her weha amadebûyan karê Encûmena Niştimanî Kurdî yê li hindir û yê li derve rexne kir. û hejmarek ji pêşinyaran pêşkêş kirin ji bo kartêkirina Encûmena Niştimanî di warê ragihandinê û siyasî û diblomasî û cemawerî de, û amadebûyan li ser berdewamiya van hevdîtinan û giringiya wan lihev kirin, ji bo avakirina siyaseteke Kurdî ya karibe kêşeya miletê Kurd çareser bike.
Jêder: Beşê Kurdî yê Ragihandina Hevbendiya Niştimanî