Daxuyaniya Dumahî
“Gera Lîwa Mihemed Faris”
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di 28’ê nîsanê de li gundewarê Helebê, rûniştinên 71mîn gera xwe di bin navê rehma Xwedê lê “Lîwa Mihemed Feres”de lidar xistin, wek rêzgirtin ji kar û helwestên wî yên niştimanperwerî re. Civîn bi deqeyek rêzgirtin û xwendina Fatîhê li ser giyanê pakê Farisê rehmetî û şehîdan dest pê kir. Paşre serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra şiroveyeke siyasî pêşkêş kir, her weha raporên li ser karê civînan, tevlî raportên serokatiyê, nûneran, desteya giştî, girûpên kar, ofîs û nûneratiyên Hevbendiyê hatin gengeşekirin.
Desteya Giştî pêşhatên dawî di dosyeya siyasî ya Sûriyê de û civînên Hevbendiyê yên navdewletî nirxandin, û tekezî li ser giringiya biryardana yasaya Captagon2 ji aliyê Amerîkayê ve, û giringiya encamên daxwiyaniya wezîrên derve yên G7 kirin, bi taybetî pabendbûna nû bi proseya siyasî li gor biryarên navdewletî, û herwiha pabendbûna bi pêkanîna dadweriyê, û berdewamiya piştgiriya mirovî ji gelê Sûriyê re.
Desteya Danûstandinan a Sûriyê, şiroveyek derbarê pêşhatên siyasî, encamên civînên navdewletî û hewlên ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên Encûmena Ewlekariyê: 2254 (2015) û 2118 (2013) pêşkêş kir, her weha ravekirinek kurt li ser civînên navneteweyî yên ku di konferansa Brukselê de hatine plankirin û çalakiyên ku dê di wan civînan de bên kirin anî ziman.
Amadebûyan tekezî li ser giringiya berdewamkirina karê komîteya destûrî li Cinêvê, û aktîvkirina danûstandinan li ser mijarên mayî yên ku di biryara 2254 de hatine, ku rêjîma Esed herdem hewil dide astengiyan li pêşiya wan deyne kirin.
Civata giştî raportên hikûmeta Sûrî ya demkî û hewildanên wê yên di warê peydakirina ewlehî û aramîyê li herêmê de, û rêyên pêşxistina perwerde û hînkirinê li deverên rizgarkirî bi rêya peywendîya bi zanîngehên Ewropî re û amadekirina bernameyên hevbeş, û destpêkirina projeyê nexweşxaneya zanîngehê di mehên tên de gotûbêj kirin.
Her wiha Hikûmetê di raporta xwe de behsa xebatên ku dike ji bo piştgirîkirina cotkaran di demsala çinînê de, firotina berheman û şopandina rewşa ewlekarî, aborî, xizmetguzarî û debara jiyanê, wek nirxê keresteyên bingehîn li deverên rizgarkirî, û tevgera hinardekirin û hawirdekirinê. Û civîngeran amaje bi giringiya berdewamiya pêşxistina saziya Artêşa Niştimanî ya Sûrî û giringiya vekirina Koleja Leşkerî ji bo pisporkirina Artêşa Niştimanî di warê leşkerî de kirin, Û kesên di civînê de piştgiriya xwe ji karê Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Demkî û serkirdayetiya Artêşa Niştimanî re di rûbirûbûna wan ji hêzên terorîst û stemkaran û encamderên binpêkirinan û dadgehkirina wan bi rêya dezgeha dadwerî re diyar kirin.
Desteya giştî gotûbêjên xwe derbarê giringiya dabînkirina derfetên nû yên kar bi rêya avakirina kargehan, nemaze yên ku madeyên wan ên xam li herêmê peyda dibin wek pîşesaziyên xwarinê berdewam kirin.
Beşdaran raporta Sindoqa Qerzdanê ji bo Nûavakirina Sûriyê û rola wê di piştgirîya pirojeyên ewlekariya xwarinê de, û nûjenkirina jêrxanê, wek torên elektrîkê û alîkirina wan bi pirojeyên enerjiya rojê, torên ava paqij û kenalên avrêjê, pirojeyên guhdana pizîşkî û tenduristî, her weha programên qerzdanê ji bo piştgirî û fînansekirina projeyên piçûk gotûbêj kirin.
Û ji ber giringî û pêşindebûna dosyeya girtiyan û kesên windabûyî, civînê tekezî li ser pêwîstiya sepandina fişarên zêdetir li ser dewletên çalak kirin, ji bo azadkirina girtiyan ji zindanên rêjîma Esed, nemaze ku îşkenceya hovane berdewam e. Herwiha Hevbendiyê berdewamiya milîsên PYDê yên girêdayî PKKya terorîst, di “tawanên şer” de bi rêya îşkence, girtinên keyfî, leşkerkirina bi darê zorê, revandina zarokan û serkutkirina sivîlan li bakurê rojhilatê Sûriyê, yên ku raporta Rêxistina Lêborîna Navdewletî ya di 17ê nîsanê de hatiye weşandin piştrast kirine şermezar kir.
Desteya Giştî kêşeyên mezin ên ku tên pêşiya penaber û derbiderên sûrî, û danûstandinên navdewletî yên ku ji aliyê Hevbendiyê ve hatine kirin derbarê xwestina destwerdana bilez ji Netewên Yekbûyî û Komîseriya Bilind a Netewên Yekgirtî ya karûbarê penaberan, ji bo dabînkirina parastina wan gotûbêj kirin, û behsa bandora guhertina siyasetên çend welatan derbarê penaberan li ser rewşa giştî ya penaberan, bi taybetî li welatên cîran kirin, û stratejiyên nû ji bo rûbirûbûna qeyranan bi awayek bibandortir, di nav wan de bihêzkirina hevkariya navdewletî ji bo piştgiriya penaber û awareyan, û baştirkirina hevahengiyê di nav desteyên xwecihî û herêmî û navneteweyî de ji bo ku bersivdana krîzan û şopandina guhertinên nû.
Beşdaran li ser zêdebûna berdewam a hewcedariyên mirovî di sala borî û destpêka îsal de gotûbêj kirin. Ji ber kêmbûna rêjeya welatên ku sozên xwe yên alîkariyê bi cih tînin û lawazbûna rewşa darayî ya navneteweyî, û gotin ku pêwîst e nirxê alîkariya welatên di Konferansa Bexşkaran li Brukselê de beşdar in li gorî qebareya hewcedariyên xelkê be. Û bicîanîna sozên xwe yên bexşdanê yê dema borî û dema bê, û pêwîstiya guhertina sîstema alîkariyên mirovî bi terxankirina beşek ji wê ji bo piştgirîkirina karînên berhemdanê yên ku hêdî-hêdî rê dide penaber û derbideran ku xwe bighînin asta ku aribin hewcedariyên xwe bi xwe berhem bidin.
Beşdaran hişyarî dan li ser metirsiya hevahengiya desthilata Libnanî bi rêjîma Esed re ji bo radestkirina girtiyên opozisyonê ji rêjîmê re, û tekez kirin ku ev gava yekem e ber bi pêkanîna rijêmê ji tawanan re dijî wan penaberan di riya girtin yan kuştina wan re. Û behsa êş û azarên penaberan li Iraq û welatên din ên penaberiyê kirin, û bang li welatên mêhvandar kirin ku penaberan biparêzin, mafên wan dabîn bikin û wan bi zorê venegerînin, ji ber ku Sûriya hîn ne ewle ye ji ber berdewamiya tawanên cengê û binpêkirinên rêjîma Esed, nebûna agirbesteke berfireh, û belavbûna milîsên mezhebî yên biyanî li piraniya navçeyên rêjîmê.
Û ji aliyê meydanî ve, kesên amade bi rewşa leşkerî li seranserî Sûriyê hatin agahdarkirin, û tekez kirin ku binpêkirinên rêjîma Esed û hevkarên wê, û hema hema rojane operasiyonên bombebarkirinê û dironên xwekujî yên dever û otombîlên sivîl dikin armanc berdewam in, nîşan in li ser serederiya leşkerî ya hovane ya rijêmê ku ji destpêka şoreşê ve berdewam dike.
Desteya Giştî berdewamiya tevgera sivîl a aştiyane li dijî stemkariyê, li parêzgeha Siwêdayê, ya ku daxwaza veguhestina siyasî li gor biryara 2254 dike, bilind nirxand, û tekez kir ku siloganên azadiyê yên li hemû herêmên Sûriyê deng vedidin, yekbûna daxwaz û hêviyên Sûriyan diyar dikin, ku di têkoşîna xwe de berdewam in ji bo jinavbirina stemkarî, gendelî û terorê, ji bo pêkanîna veguhestina siyasî li Sûriyê û vegerandina yekitiya wê bi gel û axa wê ve.
Desteya Giştî rewşa piroseya siyasî gengeşe kir, û Komîteya Lêkolînên Stratejîk raporta xwe pêşkêş kir, têde zêdebûna bandora qeyranên navdewletî û herêmî li ser dosya Sûriyê, kêmbûna guhdana navdewletî pê, û rêyên pêkan ji bo bilindkirina asta dosyaya Sûriyê di nav welatên xwedan bandor de, û guhertina siyasetên wan ên niha yên ku bi awayê rêvebirina kirîzê bi rewşê re mijûl dibin, li şûna ku siyasetên bibandor ji bo dîtina çareseriyeke ji kok de ji wan re bibînin tev bigerin da rê li ber cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê bi taybetî biryarên 2254 û 2118 veke.
Amadebûyan tekez kirin ku deriyê guhertina helwestên navdewletî û bilindkirina asta dosyaya Sûriyê di lîsteya guhdana navdewletî de, di guhertina ketwara Sûriyê de ye, bi rêya pêşketina herêmên rizgarkirî û çaksaziya yasayî, desthilata dadwerî û sîstemên rêveberinê, geşkirina aboriyê, û baştirkirina asta xizmetguzariyan, ji bo rawestandina jidestdana bilez a çavkaniyên mirovî. Her wiha divê herî kêm şert û mercên jiyaneke ewle, azad û bi rûmet li wan deveran di navbera hemû pêkhate û mezhebên gelê Sûriyê de û li seranserê herêmê, ji bo rûbirûbûna rejîma Esed were çêkirin. Ji ber rijêm xwe dispêre prensîba “perçe bike tê desthilatdar be”, ji ber vê yekê divê gelê Sûriyê yekîtiya xwe ya neteweyî bi hêz bikin.
Hevbendî tekezîyê li ser berdewamiya guhdana xwe bi pêwîstiya berdewamiya çaksazkirinê bo gihîştina dadweriyeke bêalî û serbixwe, bihêzkirina polîs û hêzên ewlekariyê û zêdekirina şiyanên wan ji bo cîbicîkirina yasa û biryarên dadwerî, û pabendbûna bi rêzgirtina mafên mirovan dema pêkanîna erkên xwe tekez dike. û pêdiviya temamkirina qanûnên birêkûpêkkirina bacan, daku ew bi tenê ji aliyê Wezareta Darayî ve bên komkirin, Hevbendî di wê baweriyê de ye ku bingeha reforman di bidestxistina ewlehî û dadperweriyê ji bo welatiyan de ye, ku daxwazên tevaya Sûrîyan in li herêmên rizgarkirî.
Desteya Giştî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bizavên rasteqîne û bibandor bike ji bo piştgirîkirina dosya dadgehkirin û sizakirina tawanbarên tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê, û tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina erkên xwe yên yasayî di pêkanîna tam û tund ji biryarên Encumena Ewlekariyê 2254 û 2118 re kir, bi awayekî ku daxwazên sûriyan ji bo dewletek ku azadî, demokrasî û hemwelatîbûna wekhev li ser bingeha dad, yasa û rêzgirtina mafên mirovan pêk tîne.
Amadebûyan pesnê rijdbûna gelê Sûriyê û neguhêriya helwesta wî hember pirensîpên xwe yên rast tevî rûbirûbûna wan ji kêşeyên mezin ên li pêşiya şoreşa wan a gewre kirin, û serbilindiya xwe bi destkeftiyên Sûriyên li navçeyên rizgarkirî û welatên penaberiyê û rijdiya wan ji bo bilindkirina navê welatê xwe û nirxên şoreşa xwe anîn ziman. Û civîngeran pabendiya xwe bi daxwazên gelê Sûriyê û hêviyên wan ên ku rênimaya karê Hevbendiyê ne nû kirin.
Ji şehîdan re rehmet û ji girtiyan re azadî
Û veger ji aware, derbider û penaberan re
Û Şikodarî ji gelê Sûriyê yê gewre re
Bijî Sûriya bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Desteya Giştî
01 gulan 2024