Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê mirina hunermenda azadîxwaz û şoreşger Fedwa Silêman radigehîne, ya ko piştî kêferateke dûrûdirêj bi nexweşiyeke bêçare re derbas kir jiyana xwe jidest da, dûrî axa Sûriyê ya ko wê lê beraberiya zordariya rêjîma Esed û tawankariyên wê kiriye, berî ko neçar ji Sûriyê derveke û li penaberiyê bijî.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbat hunermenda koçkirî û xortên şoreşa Sûriyê û hevalên wê dike, yên ko bi çûna wê simbolek ji simbolên şoreşa Sûriyê û gulek ji yekem qîrîna azadiyê ve tev li şoreşê bû ji destê wan çû, ew nimûneyeke şoreşgerî ya resen ji yekîtiya niştimanî re pêşkêş kir, wek reseniya miletê Sûrî.
Xwedayê dilovan Fedwa bi dilovaniya xwe şad bike.
Serkeftin ji Şoreşa azadî û rûmetê re.
Bijî Sûriyê û bijî miletê wê serfiraz û azad.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
17.08.2017