Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê civînek di rêya Internetê re digel serpereştên Xûta Rojhilat lidar xistiye, Xûta ketiye ber bombebaraneke berdewam ya hêzên rêjîma Esed de tev ko peymana agirbestê imze kirine.
Emîndarê giştî yê Hevbendiyê Nezîr Elhekîm û endamên desteya siyasî Uqab Yihya, Heysem Rehme û Sefwan Cendelî, ji Xûta jî cîgirê serokê desthilata demkî Ekrem Tu’ma û E’la Elehmed û Hanî Elhafid li civînê amade bûn.
Emîndarê giştî yê Hevbendiyê tekez kir ko berdewambûna bombebaranê li ser Xûta Rojhilar û nehêlana derbaskirina alîkariyên mirovî ji hêla rêjîmê, armanc jê ew e fişarê bêtir bide ser şoreşgeran tako neçar bibin ko agirbestên ku rêjîm dixwaze bipejirînin.
Elhekîm dibîne ko hemû zêdegaviyên rêjîm dike dikevin jêr benda “tawankariyên cengê” yên ko yasaya navdewletî ya mirovî wan qedexe dike, û got ko “Xûta cihê xweragiriya rastyeqîn e û her dem cihê hêviyê ye, û wê yek ji rawestgehên serkeftinê be.”
Emîndarê giştî bal kêşand ko çi çareseriyên siyasî di paşerojê de gerek hemû hêzên şoreşê têde beşdar bibin.
Her weha endamê desteya siyasî Uqab Yihya li ser giringiya berdewambûna têkiliyê ji bo şêwirdariyê ji bo pêşveçûnên siyasî yên taybetî Sûriyê tekez kir. û dibîne ko şoreşa Sûriyê himberiya beraberiyan dike û divê xebateke piraktîk hevbeş û kartêker bibe.
Cîgirê serokê desthilata demkî Ekrem Tu’ma diyar kir ko herêm hêj bombebaran dibe û got: “ez di gerekê de li Zemelka bûm.. bajar ketiye ber bombebarana mûşekan”
Tu’ma destnîşan kir ko kehrebe û sotemenî ji pênc salan ve nagihê herêmê piştî dorpêça Xûta dest pê kir, bêtir got ko “piraniya sivîlan li jêr xêza belengaziyê ne. Cîgirê serokê desthilata demkî diyar kir ko ” derman pir buhane û dibe em bigihên qonaxekê derman nemînin.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî