Kampaniya “Reqê bi bêdengî tê serjêkirin” kuştina 17 sivîlan ku hin zarok di nav wan de hene li Reqê bi êrîşên firokên Hevpeymaniya navdewletî eşkere kir, tevî têkbirina dêra “ Seyidet Elbişara ” biyekcarî.
Kampaniyê li ser malpera xwe got ku “taxên sivîlan yên dibin destê rêxistina DAIŞ de bi bidehên êrîşan hatin armanckirin”, û Hevpeymaniya navdewletî hîç ragihandinek derbarê têkbirina Dêrê nedaye, lê ji aliyê wê danpêdan hatibû derbarê armanckirina sivîlan û taxên nişteciyan bi awayekî şaş.
Herwiha ku di raporta heyvane de ya Hevpeymaniya navdewletî ya heyva tebaxê hatibû ku her ji destpêkirina oparesyonên leşkerî li Sûriya û Îraqê “bi kêmayî 624 sivîl hatine kuştin di êrîşên Hevpeymaniyê de bi awayekî bê mebest”, û û raportê armanckirina sivîlan red kiribû.
Ku niha li Reqê şer di navbera rêxistina ” DAIŞ” û milîsên “QSD” de bi piştgiriya Hevpeymaniya navdewletî dibin bi armanca kontrolkirina diyartirîn cihên DAIŞê, ku Reqê her ji dawiya sala 2013 an ve ketiye dibin destê DAIŞ de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ wekalat