Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Karwanekî penaberên dorpêçkirî li gundewarê rojhilatê Hemayê, roja sêşemê (26’ê êlûnê), ji aliyê milîsên ser bi banda Esed ve hat gulebarankirin û têde bi kêmayî 80 sivîl şehîd ketin, jin û zarok jî di nav wan de hene, tevlî birîndarbûna hejmareke mezin ji sivîlan.
Bisedan sivîlên dorpêçkirî ji aliyê milîsên Esed li “Wadî Ele’zêb” li rojhilatê parêzgeha Hemayê dema ku hewl didan nawalê derbas bikin û xwe ji rewşa xwe ya bobilatî rizgar bikin, bi awayekî hovane bi çekên giran û top û mûşekan bi dîmenekî wek qirkirinê hatin gulebarankirin.
Hevbendî vê tawankariya hovane şermezar dike û hevdem civaka navdewletî ya bêdeng berpirs dibîne li hember berdewamiya banda Esed û firokên Rûsiya dagîrker û milîsên Îranê li ser kuştin û armanckirina sivîlên dorpêçkirî, bi awayekî ku têde sercem yasayên navdewletî û biryarên encûmena ewlehiyê binpê dibin.
Hevbendî ji encûmena ewlehiyê û şanderê taybet yê NY dixwaze ku helwestekê wek jê tê xwestin li hember van tawanan bistîne, ji bo sizakirin û pêşkêşkirina tawankaran bo dadgeha navdewletî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
27 êlûn 2017