Firakisyona Şepêla Paşerojê ya ko serokwezîrê Libnanî Se’d Elherîrî serokatiya wê dike, hişyarî da ji “hewildanên hergav dibin ji bo Libnanê ber bi danûstandinê ligel Beşar Elesed bibin, bêyî lihevkirineke siyasî li ser çêbibe.”
Firakisyonê got: “ev hewildan bi mebesta Libnan têke tewera rêjîma Esed û Îranê de bi behaneyên corbicor” û tekezî li ser redkirina “hemû hewildanên ku Libnan têkin wî tewerî de” kir.
Û her weha got ku hewildanên hinekan ji bo vegerandina penaberan ji Libnanê ber bi Sûriyê ve ti encamê nadin, eger rêjîma Esed kirdeyên xwe berdewam bike, û destnîşan kir ko tawankariyên rêjîma Esed derheqê miletê Sûrî de dike nahêlin penaber vegerin.
Firakisyonê anî ziman ko kaxeza desthilata Libnanê li Biroksilê ji kongirê dewletên piştgir re pêşkêş kir, têde diyar dike ko desthilata Libnanî bi yasayên navdewletî yên ji bo vegera penaberan bo welatê xwe pabend e.
Firakisyonê tekez kir ko “rêjîma Esed û hevparên wî yên tawankariyan derheqê miletê Sûrî de pêk tînin û wî ji welatê wî koçber dikin, tevaya berpirsiyariya rewşa ko penaber gihanê, ji derbiderî û koçkirina navxweyî hiltînin.”
Firakisyonê tekez kir ko “civaka navdewletî û bi taybetî lîstikvanên sereke yên li ser xaka Sûriyê parekê ji berpirsiyariya dewamiya hebûna derbiderên Sûrî li welat û derve wek koçber hiltînin, û bal da ser ko herêmên aram li Sûriyê yên ko civaka navdewletî wan dabîn bike, dikarin vegera penaberan misoger bikin. ”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Elşerq Elewset