Çend navendên saxlemiyê ji kar ketin, ji wan navenda saxlemiyê ya tak li gundê “Elbişêriyê” li rojavayê Idlibê û navenda taybetmend bi rahênan û çavdêriya nexweşiyên movikan ya tak li bajarê Demû li Şamê, bi sedema êrîşên firokên Esed û Rûsiya.
Rêveberê kargerî yê navenda gundê “Elbişêriyê” Bişar Reşwanî di daxuyaniyekê de ji ajansa smrat re got ku navend ji aliyê firokeke şer ve hat bombebarankirin û bi carekî ji kar ket, piştî ku bi rêjeya 40% hat wêrankirin, bê ziyanên mirovî, û got ku tê pêşbînîkirin ku ew firokek Rûsî be.
Li aliyek din, “Xalid Ebû Elî” rêveberê navenda taybetmend li bajarê Dûma got ku li roja sêsemê navend hat bombebatankirin û têde rêveberê beşa rahênana zanistî hate kuştin û karmendek pizîşkî bi giranî birîndar bû.
Ebû Elî diyar kir ku ev navend tak bû bi pisporiya xwe li ser astê Sûriyê, û nexweşên “falinca jêrîn” çareser dikirin da ku dubare jiyana xwe berdewam bikin û şiyanên xwe bi kar bînin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Rûsiya û rijêma Esed bi pêkanîna tawanên şer yên bi mebest bi rêka êrîşên berdewam li ser navçeyên sivîlan û baregeh û serbazgehên artêşa azad ku bûne sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi sedên sivîlan, tewanbar kir.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza rawestandina êrîşên firokên Rûsiya û yên banda Esed her ji heftiyekê ve li ser navçeyên sivîl û nexweşxane û desteyên hawarhatinê û baregehên bergiriya sivîl li Idlibê û bajar û bajarokên wê ji civaka navdewletî kir, û cext li ser giringiya dadgehkirina berpirsyarên wan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî