Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rrojnameya “Elşerq Elewset” di hejmara xwe ya îro ya roja yekşemê de (29’ê çiriya pêşiyê), raportek belav kir li ser hevdîtinekê li Stembolê di navbera desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî û karbidestên wezareta derve ya Tirkiyê de.
Hevbendî tekez dike ku ew pêzanînên di raportê de hatine, û dibêjin ku li ser zimanê berpirsekî Tirkiyê hatiye veguhestin dûrî rastiyê ne, û Hevbendî dide zanîn ku bi hîç şêweyekî tiştek wiha di civînê de nebûye, û ti civînên bilez nehatine xwestin, û ew gotin bê bingeh in.
Hevbendî mixabiniyê diyar dike ji van hewlên şêwandina pêwendiyên bihêz yên di navbera wê û sirkirdayetî û gelê Tirkiyê de, hevdem sipasiya piştgiriya Tirkiyê ji gelê Sûriyê re dike di derdeseriya wî de, ji bo diyarkirina çarenivîsê bi îradeya xwe ya azad û serbixwe.
Hevbendî ji sernivîserê rojnameyê û ji hemû rojnamevanan daxwaz dike ku pêzanînan ji jêderên wan ên rasteqîn belav bikin, û amadebûna xwe ji bo hevkariya li gel wan bi armanca veguhestina nûçeyan bi emanet û zelalî bo raya giştî li Sûriyê û cîhanê dupat dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rilberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
29 çiriya pêşiyê 2017