Şaxê herêma Kurdistana Îraqê ya Dika Sûrî, simînareke gotûbêjan li Hewlêrê li dar xist, der barê mijara destûrê û hilbijartinan û gotûbêjên niştimanî û mijarin din ên têkildarî dema desteya desthilata veguhêz.
Gengeşe li dora pênc tewerên bingehîn bûn:
– Tewerê yekê: kêşeyên girêdayî bi desteya desthilatdar ya veguhêz.
– Tewerê duyem: operasiyona destûrê û piransîbên bingehîn yên ko operasiyona destûrê kontrol dikin, û giringtirîn kelemên ko heye bibin asteng li pêşiya destûrê.
– Tewerê sêyem: gotûbêjên niştimanî.
– Tewera çarem: mijarên hilbijartinê û aliyên ko çavdêriya wê bikin û çawaniya beşdarbûna Sûriyên koçkirî di operasiyona hilbijartinan de.
– Tewera pêncem: têkbirina tiroristiyê û fakterên tiroristiyê diafirînin çi ne? û pêrabûnên têkbirina tiroristiyê berî operasiyona siyasî û di dema wê de û piştî wê jî.
Birêz Zekeriya Elhuserî, nûnerê platformê li herêma Kurdistanê, diyar kir ko dika Sûrî ji pêncî rêkxistin û kesayetiyên serpereşt pêk tê, û şaxên wê li hemû parêzgehên Sûrî hene, ji bilî parêzgeha Şamê, Laziqiyê û Tertûs, ew jî ji ber nehêlana rêjma Esed, her weha ew li Urdun û Libnan û Tirkiyê û Herêma Kurdistana Îraqê hene, û bi piştgiriya Emrîkî, Kenedî û Italî ye.
Elhuserî got ko amanca wan ji lidarxistina van simînarên gotûbêjiyê ew e ko deng û nerîna xelkê bigehînin maseyên kongirên navdewletî yên ko derbarê Sûriyê çêdibin, herweha rola platformê ya şêwirdarî û çavdêrî di pêvajo û biryarên kongirên danûstandinan de heye, û dosyayên mirovî li ser asta Sûriyê pêşkêş dikin, û faylên derbarê girtî û zindanan û dorpêçê belge dikin, û dosyayên têkildar bi herçar spetetên danûstandinên Cinêvê yên şandyarê Netewên Yekgirtî birêz Dî Mistora vekolîn dikin.
Û tekez kir ko ew di paşerojê de di desthilatê de beşdar nabin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê